NÛÇE

 

Parlamentera Êzîdî ya HDP ya Amedê Feleknas Uca di salvegera komkujiya Şengalê de ji bo êşa gelê Êzîdî yê Şengalê parvebike xwest li Şengalê tevlî ahenga bîranînê bibe, lê li rexmê hemû hevdîtinan çûyîna wê ji aliyê PDK’ê ve hat asteng kirin. Uca di vê derbarê de wiha got: “Leyîstokên tunekirina gelê Êzîdî û Şengalê hîn didomîn û sed car mixabin ev bi destê Kurdan bixwe tê kirin.”
Bi armanca beşdarbûna ahenga bîranîna salvegera komkujiya Şengalê, parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca li bajarê Dihokê li rastî astenga PDK’ê hat. Li rexmê hemû hevdîtinan destûr nehat dayîn Uca biçe Şengalê. Piştî astengiyan, Uca çû cihê Heca Êzîdiyan Laleşê û li wê derê tevlî merasîm û ahengên bîranîna komkujiya Şengalê bû.
Feleknas Uca ji bo li Şengalê bikare li rex gelê xwe be û êşa wan parvebike, ji Bakûrê Kurdistanê derbazî Başûrê Kurdistanê bû. Uca li bajarê Dihokê ji aliyê asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hate asteng kirin.
‘Li rexmê ez parlamenterim jî PDK’ê nasname û pasaporta min kontrol kirin’
Uca di vê derbarê de RojNewsê wiha got: “Ez ji Bakûrê Kurdistanê ji bo tevlî aheng û merasîmên bîranîna komkujiya Şengalê bibim, hatim Başûrê Kurdistanê. Lê li Dihokê ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve ez hatim asteng kirin û rê nedan ez biçim Şengalê. Herçendî ez welk parlamenterekê ji aliyê gel ve hatime hilbijartin û weke wekîlê gelê xwe me, lê mixabin li rexmê vê jî pêşmergeyên PDK’ê wesayita me rawestandin, nasname û pasaportamın kontrol kirin. Piştî hemû horkulînan destpêkê weke hecet gotin divê hûn biçin ji berpirsên leşkerî destûr bigrin û piştre jî divê hûn biçin bi berpirsên siyasî bidin pejirandin û bi vî awayî çûyîna şandeya me ku di nav de nûnerên YNK’ê yên Dihokê jî hebûn, hate asteng kirin. Bi kurtî li rexmî hemû hewildan û hevdîtinên bi rayedarên leşkerî û siyasî re çûyîna şandeya me ya ji bo Şengalê hat asteng kirin.“
‘Gelo PDK li Şengalê çi ji me diveşêre?’
Uca diyar kir ku li Şengalê hîn jî şerek dijwar tê meşandin û axaftina xwe bi van gotinan domand: “Li Şengalê li rex êş û komkujiya ji aliyê DAIŞ’ê ve li ser gelê sivîl yê Şengalê hat kirin, berxwedanek bê hempa ya gerîla û gelê me yê Êzîdî jî tê maşandin. Gelo kîjan rastîne gelê me yê Şengalê dixwaze ji me re bêje, lê PDK asteng dike? Çima naxwaze em guhdarî pirsgirêkên gelê xwe bikin? Li aliyekê di navbera Başûr û Rojava de xendekan dikule, li aliyê din jî heman politikayan li Şengalê dide meşandin. Ev nêzîkatî û polîtîkayên PDK’ê li dijî gelê me yê Şengal û Rojava hemû polîtikayên wê deşifre dike û radixe ber çavên gelê Kurd, cîhanê û rayagiştî.”
Uca destnîşan kir ku PDK bi heceta ‘ewlekariyê’ astengê ji wê re derxistiye û ne hiştiye biçe Şengalê û wiha pêde çû: “Eger PDK ew qas gel dihizire, dema çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014 ‘an de êrîşî Şengalê kir û gelê me yê Êzîdî di komkujiyek hovane re derbaz kir, bi hezaran jin û zarok revandin û xistin bazaran de dihatin firotin çima wê demê PDK’ê ev erkê xwe pêknanî û gelê me xist nav destên çeteyên hov yên DAIŞ’ê de? Di dema êrîşa li ser Şengalê de pêşmergeyên PDK gel hişt û reviya. Eger PDK ew qas ji gel hez dike û dixwaze gel biparêze bila niha biçe Şengalê li rex gerîlayên HPG/YJA-Starê berxwe bide, bitekoşe û Şengalê bi temamî ji çeteyên hov yên DAIŞ’ê paqij bike.”
‘Eger PDK’ê xwestiba wê çeteyên DAIŞ’ê di 24 demjimêran de ji çetayan paqij bikira’
Parlamentera HDP’ê da zanîn di salvegera komkujiya Şengalê de mixabin hîn jî polîtikayên PDK’ê yên li dijî Şengalê û gelê me yê Êzîdî didomîn û di vê derbarê de bi van gotinên xwe axaftina xwe domand: “Li ser Şengalê leyîstokên pir mezin tên leyîstin, divê ev werin eşkere kirin û bi awayek zelal derbikevin holê.”
Herwisa Uca ragihand ku li herêmê leyîstok, êrîş û polîtikayên pir qirêj li ser gelê Kurd tên meşandin û got: “Di demek li Şengalê ev astengî û polîtikayên tunekirinê tên meşandin, li Deriyê Brahîm Îbrahîm, 13 cenazeyên YPG/YPJ ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tên asteng kirin. Herwiha li bajarê Stenbolê çeteyên DAIŞ’ê bi awayek vekirî û berbiçav banga cihadê dike, lê operasyonên di bin navê DAIŞ’ê de hatine destpêkirin hemû li hember tevgera siyasî ya gelê Kurd tên li darxistin, operasyonên hewayî tên kirin, gelê sivîl tê qetil kirin û daristanên me tên şewitandin. Li Deriyê Murşîtpinarê re cenazeyên me tên rawestandin. Di bin navê operasyonên li dijî DAIŞ’ê de, li dijî tevgera me ya azadiyê pêngavek hatiye destpêkirin. Li vê derê polîtîkayek pir qirêj ya NATO’yê heye. Ev tiştên tên kirin, em pir bawerin ku bêyî agahiya NATO’yê nayên kirin.”
Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ger dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê di siyaseta xwe de rast û samimî be, bila biçin li dijî DAIŞ’ê tekoşîn bikin ne li dijî gelê Kurd.
(wd/rn)
https://bit.ly/1ILZlcG
Ajansa Nûçeyan a Rojs foto.

 
 
 
 
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Hoşeng Broka: Ezîzê Cewo û „Çîroka Xwedayekî Sextekar“

 
 
 
 
Hoşeng Broka

Hoşeng Broka

1- „Asta absurde“ yan „çanda absurdekirinê“?

Demeke dirêj e, ku ez birêz Ezîzê Cewo (Aziz Mamoyan), wek rewşenbîrekî Kurd, nivîsandin û nivîsandin, dinasim û heta ji min tê nivîskariya wî di rêya gotar û berhemên wî re, dişopînim. Birêz Cewo yek ji nivîskarên serdema „şerrê sar“, yên „Sovîyêta berê“ ye, ku „ruh“ bi „materiyê“ (madê) û Xwedê jî bi siyasetê dixwîne. Ew, heman heman di hemî berhemdariya xwe a derbarê olê û gotara olî (bi taybetî ola Êzîdiyatiyê) de, hewl didie ku dîn bi siyasetê şiove bike û xîtaba olî jî, di serî de, wek xîtabeke siyasî-îdeolojî nîşan bide. Helbet ev mafê wî yê rewa ye, ku wek xwe nerîna xwe be, û wek siyaseta xwe jî nerîna xwe bi Xwedê û olên wî bide. Lê ya ne rewa ew e, ku ew di polîtîzekirina pirsa Xwedawendiyê de, hertim hewl dide, di mantiqê „Xwedayê xwe“ de, hemî Xwedayên din yên cuda tune bike, û di berzkirina dînê „Xwedayê xwe“ de jî dînên din „absurde bike“.

Di nivîsa xwe ya bi sernavê „HELWESTA BÊSÎNOR A ASTA ABSÛRDÊ Û NEDÎTINA R’ASTÎYAN“ de, birêz Cewo herçende nivîsa xwe li ser binaxeya „çîroka Xwedayekî sextekar“ avakiriye, lê mixabin wî çîrok û Xwedayê wê yê „sextekar“ tev danîne aliyekî û xwe di ser rastiyan re çengkiriye û heta jê hatiye serê rastiyan tewandiyê û berê wan dayemarjînalkirin, hişkirin  û  „absurdekirinê“.

Di nivîsa xwe a bi sernavê „Êzdaname: Çîroka Xwedayekî sextekar“ de[1], min bi hûrgilî û têrûteselî basa pirtûka „Êzdanamê“, danerên wê û herweha siyaseta li paş wê, ku li saranserî 25 salan li ser Êzîdiyan berdewam e, kiriye.

Ev pirtûka li jor binavkirî (Êzdaname)[2], ku min di wê gotarê de biriye xwendinê û rexne kiriye, yek ji pirtûkên herî „sexte“, „absurde“ û „bêterşe“ yên „sextekirina“ Xweda û Xwedawendiya Êzîdiyan e. Ev pirtûk ne Erebên şovinit, ne jî nivîskarên bîrodoz yên dixwazin berê Êzîdiyan bidin „Erebkirinê“ nivîsandiye, belê „Kurdên Êzîdî“ û saziyên wan (YÊ û FKÊ) yên ser bi siyaseta ku birêz Cewo wê diparêze, daniye û belavkiriye.

Di nirxandin û rexnekirinên xwe de, min tiştek ji berîka xwe dernaniye, belê hemî rexneyên xwe sipartine vê pirtûkê û ew belge bi belge, li pêş xwêneran, beramberî qewl, beyt û duwayên Êzîdiyan yên berdest kirine.

Ji xeynî vê jî, min wek „şahidekî pirtûkê“, bi nav, dem û cih, qonax bi qonax, basa çîroka peydabûn û berhevkirina vê pirtûkê û „sextekirina“ Xwedayê wê kiriye. Pirtûk jî jixwe berdest e, û dibe ku berî kesî jî ketibe destên birêz Cewo û di pirtûkxaneya wî de, cih girtibe. Ya balkêş cwanmêr ne ji dûr ne jî ji nêzîk basa vê pirtûka „sexte“ û çîroka „sextekirina“ Xwedê di nav rûpelên wê de nekiriye, mîna ku haya wî qet jê nebe û pê jî nebihîstibe.

Gelo çima birêz çewo berê xwe ji vê pirtûka „absurde“ (Êzdaname) wergirtiye; çima wî „absurdeyîya“ mantiqê wê û Xwedayê wê yê „absurde“ nexwendiye; çima wî xwe di ser „absurdayetiya“ danerên wê û siyaseta wê  ya „absurde“ re, ku ji „absurdetiyê“ heta bi „absurdetiyê“ ye, çengkiriye?

Helbet bersiv (ji kêmanî ji aliyê min de) diyar e. Ew jî ji ber ku siyaseta nivîskariya birêz Cewo ji siyaseta vê pirtûkê û saziya wê ye, ku yek ji saziyên Êzîdiyan yên rastûxo ser bi siyaseta PKK ve ne. Helbet siyaset û siyasetşêkirin ne sûc e, belê mafek ji mafên mirovan e, lê sextekirina Xwedayekî jibo jiholêrakirina Xwedayekî din, yan polîtîzekirina Xwedayekî ji bo tunekirina Xwedayekî din, ne ji mafê ti kesî ye. Ev zor e; zoreke manewî ye, ku di serencamê de, mafê Xwedê di mirovan de û herweha mafê mirovan di Xwedê tê binpêkirinê.

Pirsa dîn û Xwedawendiyê bi a min pirseke takekesane ye, di navbera Xwedê û bawermendên wî de ye; her kes bi qasî baweriya xwe nêzîkî Xwedê dibe; mafê her kesî di perestin yan jî neperestina Xwedê de, bi qasî mafê her kesî ye: Kî dixwaze Xwedê dibe asmanan û jê re sucdê dike, kî naxwaze jî Xwedê dike gok û pê dilîze. Şert li vir tenê azadî ye; azadiya Xwedê di mirovan de û herweha azadiya mirovan di Xwedê de[3].

Birêz Cewo basa asta gotara min a „absurde“ dike, bêyî ku yek belgeyî bi tenê jî ji belgeyên pirtûka „Êzdaname“ wek pirtûka „Xwedayekî absurde“ nîqaş bike.

Ew ji me re diyar û şirove nake, çima „Êzdaname“ wisa „absurde“ xwe wek pirtûka Xwedayekî „absurde“ pêşkêş dike?

Eger çîrok çîroka rastiyê yan jî ya sereraskirinê be, di ilmê dîn û dîndariyê de, baweriya rast û baweriya nersat, yan jî Xwedayê rast û Xwedayê derewîn tune ne: Kî bi çi bawer dike, ew ji bo wî rast e. Lewma hemî bîr û bawerî rastiya hemî mirovên bi wan bawer dikin e; rastiya her bawermendekî jî bi qasî baweriya wî bi Xwedayê wî ye: Lewre Xwedê wek afrênerekî „nediyar“ li gorî mirovan û baweriya wan, guherbar e: Xwedê roj be, çiya be, çem be, birûsk be, derya be, ba û baran be, teyr be, çêl be, qûmistan û çol be, erd be yan jî asman be, ne giring e. A giring azadî ye, ku bi qasî azadiya Xwedê di mirovan de, mirov jî di Xwedê de, azad bin.

Êzîdî jî wek her miletekî bawermend, îro roj, bi çi bi kî û jibo çi bawer dikin, ew baweriya wan e û heqê hîç kesekî tune, were baweriyeke din ku bi sedên salan di nav wan de rûniştiye, ji nuh ve, bi behaneya vê siyasetê yan jî wê siyasetê, ji wan re, durust bike. Bawerî mafek ji mafên mirovan e; Êzîdî bi çi, çawa û ji ber çi, û çima bi kî bawer dikin, ew mafê wan e, herwekî çawa ji mafê her kesekî din e, ku baweriya xwe bi çi, çima û jibo çi bi kî bîne?

Birêz Cewo ji baskirina „asta absurde“ ku mijara gotara wî ye bihtir, ew „çanda absurdekirinê“ dide pêş. Wate, pirsa gotara wî ne ew e, ku „çi û çima absurde“ ye, bi qasî ku pirsa wî bihtir ew e, „kî û çima gereke absurde be“!

Ev ji nirxandineke objekîv bihtir nirxandineke subjektîv e; û ji xwendineke positîv jî wêdetir xwendineke negatîv e. Eger na bila birêz Cewo û hemî denerên li paş siyaseta wê pirtûka „absurde“ (Êzdaname), ku „çîroka Xwedeyekî absurde“ ye, vekirî, bi belge û dokument, pêşberî xwêneran, nîqaş bikin, ne çavên xwe liser miç bikin û xwe di ser re çengbikin.

Birêz Cewo, li şûna ku basa „asta absurde“ a pirtûka „Êzdanamê“, ku pirtûka saziyeke ser bi siyaseta nivîskariya wî ve ye, bike, ew xwe di ser re çegdike û bi „çanda absurdekirinê“ danûstandinê dike û rexneyên bêbingeh li asta rexnekirin û rexnegirê wê dike.

Ha va ye „Êzdaname“; ha ve ye xwendina wê; ha va ne belge, û ha va ye Xwedayê wê yê „absurde“, lê kanî xwendina te ji „absurdayetiya“ wê re kekê Ezîz?

Wek Kurd dibêjin: „Şam dûr e, lê mişar ne dûr e“!

Wa pirtûka „Êzdanmê“ li ber serê te ye, de here wê baş bixwîne û bi objektîvî beramberî „defterên Îmanê“ yên Êzîdiyan bike, em dê paşê ji hev re bibêjin, ka asta kî ji kuderê heta bi kuderê, „kelevajî“, „bêbingeh“ û „asurde“ ye, û herweha çanda kî ji kîjan Xwedayî heta bi kîjan Xwedayî „çanda absurdekirinê“ ye!?

II- Zeredeştiyatî û Êzîdiyatî: Wexta ku siyaset stuyê dîrokê badide

Yek ji hîmên bingehîn yên siyaseta „YÊ“ û „FKÊ“ ew e, ku Êzîdiyatiyê di Zeredeştiyatiyê de bide helandinê û wisa bi Êzîdiyan bide qebûlkirin ku „Êzîdiyatî“ (yan jî Êzdiyatî) Zeredeştiyatî bixwe ye. Lewre, ew li seranserî 25 salên dawiyê hemî hewlên xwe dikin, daku vê têzê bi darê siyaseta ji zorê, li ser Êzîdiyan bidin sepandinê. Bingeha vê têzê jî noteke serokê PKKê birêz Abullah Öcalan e, ku tê de dide diyarkirin, „Êzîdî zeredeştî ne, yan jî „Êzdiyatî Zeredeştiyatî“ bixwe ye, ku ola Kurdan a neteweyî ye“. Birêz Öcalan li vir ne tenê şaş çûye, belê ew ji dîrokê jî derçûye. Ne Êzîdiyatî Zeredeştiyatî ye, ne jî Zeredeştiyatî rojekê di dîrokê de bûye ola Kurdan a neteweyî. Li gorî belgeyên dîrokî yên berdest hîç bingehek ji vê notê re tune ye.

Ev not ji dîrokê bihtir siyaset e û ji ethnolojî, anthropoljî û theolojiyê jî zêdetir ideolojî ye. Rast e, Zeredeşt wek pêxemberî Medî bi koka xwe ji Rojavayê Îranê (Îrana kevn) bûye, lê ola wî di herêmê Medan de, li rojavayê Îranê, wek oleke „bi Kurdî“ fêrmî, rojeke bi tenê jî, di dîrokê de nehatiye qebûlkirin û hebandinê. A rast, Zerdeştiyatî li seranserî dîrokê hertim wek ola Farisan a netewî hatiye hebandin û qebûlkirinê. Li seranserî dora 645 salan Zeredeştiyatî bi berdewamî wek dînê fêrmî yê herdu imperatoriyên Farisî; Imperatoriya Haxamanîşî (550-330 b.z.) û Imeperatoriya Sasanî (226-651 z.), hatiye qebûlkirinê[4]. Hizra ku dibêje Zeredeştiyatî ola Kurdan a neteweyî ye, ne tenê hizreke bêbingeh, belê ew hizreke li derveyî dîrokê û rastiya wê ye jî.

Herçende birêz Cewo qebûl dike, „Êzdîtî ne zerdeştiyatî“ ye û bi gotina wî  „hîç kes nikare vê red bike!“ jî, lê, dîsa bi a wî „ji ber ku êzdîtî (ne êzîdîtîya Şîxadî) ola gelê kurd a berî zerdeştîyê  bûye, di nava bingehên wê û zerdeştîyê da gelek tişt hene, yên ku hevbeş in û wan nêzîkî hev dikin, lewra ku zerdeştî, mîna êzdîtîyê, oleke k’urdan a Medyayî-K’urdistanî ye, û di derbarê vê da jî delîlên dîrokî hene“[5]!.

Ha li vir ji birêz Cewo dipirsim, kanîn ew „delîlên te yên dîrokî“?

Kengî, li kuderê û çawa Zeredeştiyatî bûye ola „Kurdan a „Medyayî-Kurdistanî“?

Li gorî belgeyên dîrokî, di dema impeartoriya Medan de, hîç oleke fêrmî a dewletê nebû, belkû pirrxwedayî, pirrolî û pirrbawerî hebû (Êzîdiyatî, Mîthraperestî, Rojperestî, Magoşî.. htd). Bi hatina Imperatoriya Haxanamenîşî re, ku li ser hilweşandina Ipearatoriya Medî hate damezarndinê, êdî Zeredeştiyatî bû dînê resmî yê dewletê û hemî olên Medî (di nav de jî Êzîdiyatî) hatin qedaxekirinê û bi „Ehrêmanperestiyê“ hatin tawanbarkirinê[6]. Bi hatina Haxemenîşiyan re, dîn û dewlet yekem car di dîroka mirovahiyê de, bûn yek; dînê Zeredeşt bû dewlet herwekî çawa dewlet jî bû dîn.

Ne bese mirov bibêje, ku „delîlên dîrokî“ hene, belê gereke were zelalkirin ka ew „delîl“ çi ne û ji kîjan „dîrokê“ ne?

Di yek belgeyê dîrokî re derbas nabe, ku Zeredeştiyatî di dema imperatoriya Mediyan de, bûye dînê fêrmî yê dewletê.

Li hêlekê birêz Cewo mantiqekî „absurde“ dike, lê li hêla din mantiqê wî bixwe ji „bêdelîlî“ di „absurdeyetiyê“ de werbûye!

Cewo di Êzîdiyatiyê de, basa dîrokê, „delîlên dîrokî“, rastiya Êzîdiyan di Zeredeştiyatiyê de, û herweha rastiya Zeredeştiyan di Êzîdiyatiyê de nake; ew basa dîrokê, çi têde heye, çi bûye, çi çima bûye qet neka, belê ew tenê basa wê yekê dike, ku çi gereke bibe; ew jî bi darê siyaseta ji zorê!

Ew qebûl dike, ku Êzdî ne tenê ne Zeredeştî ne, belê Êzdiyatî berî Zeredeştiyatiyê jî. Tevî qebûlkirina wî ji vê rastiya dîrokî re, lê ew bi xurtî piştgiriya têza „zeredeştîkirina“ Êzîdiyan dike û vê yekê weha didie behanekirinê: „Û ev jî bûye (û îro jî dibe) sedem, ku hinek van herdu olan (zerdeştîyê û êzdîtîyê!) bigihînin hev. Helbet, bi vê cîhanê wêran nebe! Dibe ku ev jî r’êyek e, ji bo ku di nava t’omerîyekê da bingehên êzdîtîya r’esen a kezî bên dîtin (hîç nebe, li ser asta zanistî!)“[7].

Helbet mebest li vir ji zanistiyê bihtir siyaset e; û ji dîndariyê jî wêdetir helwest e. Wate, jibo ku „Êzdîtî“ li reseniyatiya xwe vegere, gereke „Êzîdîtî“ were zedeştîkirinê! Bi gotineke din, jibo ku „Êzîdî“ bibin „Êzdî“ (wek çawa Birêz Cewo bikar tîne) gereke ew „Şêxadî“ û hemî fîgûrên din yên dorûberên wî bikujin û fîgûrên Zeredeştiyatiyê têxin şûna wan! Mebesta dawî jî ji vê siyaseta „resenkirin“ û „orîjînalkirnê“ „nasyonalîzm“ e; anku „paqijkirina“ „Êzdîtiya resen“ ji „Êzîdîtiya sexte“ ye, û herweha „paqijkirina“ zimanê Xwedayê „Êzdî“ yê xurû bi Kurdî ji zimanê Xwedayê „Êzîdî“ yê bi Erebî ye!

Bi gotineke din; jibo ku Êzîdî tam bibin Êzîdî, gereke (li gorî vê têzê) di serî de ew tam bibin Kurd! Pirsa ku li vir dikare were kirinê ev e: Gelo di dema Êzîdiyatiyê de, ku dîroka wê vedigere 4-5 hezar sal, Kurdiyatî û fikra nasyonalîzma bi Kurdî hebû?

Mirov dikare bi hesanî dînekî berde û here ser dînekî din, baweriyekê ji xwe bike û yeke din li xwe bike, ev mafekî rewa ji mafê mirovan e, lê mafê ti kesî tune ku Xwedayekî bi Xwedayekî din bide kuştin, û dînekî bi dînekî din bide serearstkirin.

Di dîrokê de Êzîdî her Êzîdî bûne, herwekî çawa Zeredeştî jî her Zeredeştî bûne, lê çima îro gereke herdu ol bibin olek?

Dîn, ne pratî, komapnî û Fabrîke ne, ku bi kêfa vî mirovî, wê siyasetê yan jî wê ideologiyê, bibin yek û dînekî nuh çêbikin, kekê Ezîz!

Dîroka hemî dînên dinyayê bixwîne, hertim dînek bûye pirr dîn, lê ticarî pirr dîn ne bûne dînek, ev jî fakt kekê Ezîz!

Ji Islamê Sunne, Şîhe, Nesîrî, Elewî, Ismayîlî, û bi sedan Terîqetên cuda derketine, ku tev jî xwe dînek û baweriyek nabînin.

Ji Chrityaniyê jî Katholîk (Dêra Rojavayî), Arthodox (Dêra Rojhilatî), Arthodoxên Qubtî (Dêra Qubtî), Protistant, Evangelî, Lutherî û bi dehan rêgeh û dêrên Christyanî rû dane, ku tev ji hev cuda ne û cuda jî li Xwedê, Yesus, dîn û dinyayê temaşe dikin.

Ev daxwaz (Zeredeştîkirina Êzîdiyatiyê) ji rastiyeke dîrokî bihtir ew rastiyeke siyasî û îdeolojî ye; ji realîteyê jî zêdetir ew Utopî ye!

Bi qasî ku Zeredeştiyatî rastiya herî berz a dînê împeartoriya Farisan e, hewqasî Êzîdiyatî jî rastiya herî berz a dînê împeratoriya Mediyan e.

Dîrokê hertim ev ji me re gotiye, lê ya ku birêz Cewo û hin nasyonalîstên Kurd ji me re dibêjin tenha îdeologî ye. Ev siyaset hemî hewlên xwe dike, ku bi darê zorê stuyê dîrokê di Êzîdiyatiyê de, û stuyê Êzîdiyatiyê jî di dîrokê de, babide. Lê encam her yek e: Sextekirina dîrokê, yan jî dîrokkirina sextekariyê!

III- „Fobya“ Şêxadî yê „Ereb“ û Ilmê wî yê kurt û Kurmancî

Şêxadî (1075-1162),  di zihniyeta nasyonalîstên Kurd (û bi taybetî „Kurdên Êzîdî“) de, êdî ji hetişt bihtir „fobya“ (phobia) ye. Tirsa nasyonalîstên Kurd a herî mezin li ser asta vê„fobyayê“ ew e, ku Êzîdiyatî wek dînekekî kurt û Kurmancî, di serdema Şêxadî de, hatiye „Erebkirinê“! Jibo ku Êzîdiyatî ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê bimîne dînê Kurdan yê resen, gereke Êzîdî li pey vê hizrê Şêxadî, ku ew birine „Erebkirin“ û „Misilmankirinê“, di dînê xwe bikujin û dawiyê li „Ilmê wî“ bînin!

Li gorî belgeyên dîrokî, ethnolojî û anthropolojî yên berdest, helbet Êzîdiyatî dînekî ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê ye û wek dînekî bi Kurdî berdewam jî maye. Nîşana herî berz jî, „Ilmê Sîngê“ û „defterên îmanê“ yên Êzîdiyan e.

Herçende ku çanda Şêxadî wek irfannas û sufîstekî mezin bi Erebî jî bûye, lê dîsa „Ilmê Êzîdiyan“ ku bi „Ilmê Şêxadî“ tê naskirinê, wek ilmekî bi Kurdî (Kurmanciya jorîn), kurt û Kurmancî berdewam di dîn û dinya Êzîdiyan de maye.

Eger mebesta Şêxadî bi rastî „Erebkirina“ Êzîdiyan û Êzîdiyatiya wan baya, naxwe ev çi „Ilmê“ wî, ku 97% bi Kurmancî ye, li pey xwe hiştiye?

Ha îro jî, piştî zêdetir ji 950 salan, Erebiya di zimanê nasyonalîstên Kurd de ji Erebiya di zimanê „Ilmê Şêxadî“ de, bihtir e. Jixwe Tirkî hîn kambaxtir û wêrantir e!

Bê guman Erebî, Tirkî, Farisî di nav Kurmanciya „Ilmê Şêxadî“ de heye“, lê ew 3% jî tune. Gelo kîjan nivîsakarê Kurd, yê kevn û yê nuh heye, ku zimanê wî ji zimanê „Ilmê Şêxadî“ Kurdîtir yan jî Kurmancîtir e?!

Eger mebesta Şêxadî „misilmankirina“ Êzîdiyan û Êzîdiyatiya wan baya, naxwe ew çi ferman bûn, ku pirraniya wan paş serdema Şêxadî bi serê Êzîdiyên wî de hatine?

Ma gunehê Şêxadî çi ye, ku wî xwe Êzîdî naskiriye, lê çanda wî bi Erebî bûye?

Ma gunehê zarokên Başîkî û Bahzaniyan çi ye, ku xwe Êzîdî dinasin, lê zimanê wan bi Erebî ye?

Ma gunehê zarokên bi sedhezaran Êzîdiyên diyasprayê çi ye, ku xwe Êzîdî binasin, lê çand û zimanê wan, ji ber rewşa koçberî û derbederiyê, Rûsî, Ermenî, Gurcî, Elmanî, Holandî, Fransî, Inglîzî, Siwêdî, Danmarkî yan jî Nerwîçî ye?

Gelo ev têza „rasîst“ (Kurtûpuxtkirina Xwedayekî di zimanekî de) di mantiqê kîjan dînî û kîjan dîndariyê de, heye?

Belê rast e, Êzîdiyan Xwedayê xwe bi Kurmancî naskiriye. Ev dîrok û fakt e. Lê ev nayê wê wateyê, ku sînorên Xwedayê Êzîdiyane tenha sînorên Kurmanciyê bûne!

Li ser bingeha vê hizra nasyonalîst, birêz Cewo têza „zerdeştîkirina Êzîdiyan“ wek „mefer“ û „rêya çareseriyê“ bo Êzîdiyan dibîne û dibêje: „Û bi dîtina gelek k’urdên êzdî yên têgihîştî, ev ji wan têgeh û têrmînên îslamî çêtir e, yên ku piştî hatina Şêx Adî (Şîxadî) û bi “r’êformên” wî êzdîtî pê xeşivandine û kirasekî îslamî li stuyê wê danîne û ew kirine êzdîdîtî. Û ev jî êdî ne êzdîtîya pêşîyên me ye, ew êdî êzîdîtî ye – ev jî ji navê Sult’an Êzîd (Yezîd bên Muawîya Ebî Sifyan) tê“[8].

Di dîrokê de, ne dînê „zelal“, ne zimanê „zelal“, ne jî netewa zelal heye. Tiştek heya navê wî mirov e, ku ew jî bi qasî dinyayê mezin e. Yên daxwaza „zelalbûnê“ di dîn, ziman û netewê de dikin, ew di serî de, daxwaza dabirrana dinyayê ji dinyayê, mirovahiyê ji mirovahiyê, dînan ji dînan, zimanan ji zimanan û neteweyan ji neteweyan dikn, ku ew jî bingehek ji bingehên rasîzmê bixwe ye.

Êzîdiyatî a îro gihiştiye ber destên Êzîdiyan rastiya Êzîdiyan û dîroka wan a seranserî 74 fermanên wan e.

Şêxadî wek fîgûrekî pîroz di Êzîdiyatiyê de, ku Êzîdî li seranserî  bihtirî 950 salan, bi „ilmê“ wî radibin û rûdinin û herweha seqa, seremonî û rewişt û tîtalên xwe pê derbas dikin, rastiyeke dîrokî ji rastiya baweriya Êzîdiyan e.

Ji mafê birêz Cewo û xwediyên „teoriya zerdeştîkirina Êzîdiyatiyê“ ye, wek takekes, ji Zeredeşt wek pêxember hez bikin (Ez jî ji fîlosofiya wî hez dikim) û ji Şêxadî jî wek „reformîst“ nefret bikin, lê mafê wan tune ye, ku bi darê zora ji siyasetê heta bi siyasetê dînê Êzîdiyan wek çawa ew xwe Êzîdî (yan Êzdî) nasdikin, bi wan bidin betalkirin û tunekirinê.

Birêz Cewo û nasyonalîstên Kurd yên xwedanên têza „Kurdîkirina Êzîdiyatiyê û paqijkirina wê ji Şêxadiyetiyê“, Şêxadî bi „Erebkirina Êzîdiyan û Êzîdiyatiyê“ tawanbar dikin. Lê ez pirs dikim: Gelo zimanê ilmê kî bihtir bi Kurdî kurt û Kurmancî ye; zimanê ilmê „Şêxad ê Êzîdî“ yê berî 950 salan, yan zimanê siyaseta kekê Cewo û nasyonalîstên ku mîna wî difikirin?

Ha va ye Kurmanciya „Ilmê Şêxadî“, qewl, beyt, duwa, dirûze, qesîde û payîzokên Êzîdiyan, û ha wa ye zimanê siyaseta we!!!

Yên Şêxadî bi „Erebkirina Êzîdiyan“ tawanbar dikin, bila herin pêşî xwe hînî Kurmancî bikin, baş pê biaxifin û binivîsin, û paşê werin doza bi Kurdî li Kurmanciya Şêxadî vekin!

IV- Ne Şêxadiyetî bê Êzîdiyatiyê dibe, ne jî Êzîdiyatî bê Şêxadiyetiyê dibe

Di dîroka Êzîdiyan de, 74 feraman bi ser wan de hatine, tev jî ji hêla îdeolojiya misilmantiyê û desthilatdarên dewlet û mîrîtiyên islamî ve (di nav de jî hindek mîrtiyên Kurdan, wek mîrtiyên Bederxaniyan û mîrtiya rawendozê bi serpereştiya mîrê kor) rabûne. Para bihtir ji van fermanan paş serdema Şêxadî bi ser Êzîdiyan de hatine, lê pirs ev e: Eger Şêxadî ev îdeologî biparasta û qebûlbikira gelo çima dê ferman bi ser Êzîdiyên wî de biqewimîne?

Eger Şêxadî Misilmantî jibo xwe wek dîn û bawerî qebûlbikira, gelo ew çi mecbûrî Êzîdiyan û Êzîdiyatiyê bû, ku li gorî „şerîhetê“ hertim wek „dînê kafiran“ hatiye liqelemdanê?

Ya Şêxadî û gelek irfannasên din yên „Ne-Kurd“ digihîne Êzîdiyan û dînê wan, ji her tiştî bihtir sufîzm e, ku bingeha wê jî ji islamê wêdetir e.

Sufîzm di koka xwe de, wek rêya naskirina Xwedê, ji „şerîetê“ bihtir rêgeh û terîqet e, û ji dînnasiyê jî bihtir irfannasî ye, û ji Xwedanasiyê jî bihtir mirovnasî ye. Lewre, Hisên Bin Mensûrê Hellac (858-922) digot: „Ez heq im.. û ji xeynî Xwedê jî di bin cubbê de tune“!

Pirsa Êzîdiyatiyê, ne îro ne jê berê, ne pirsa „kuştin“ û „bidarvekirina“ Şêxadî yan jî „zindîkirina“ Zeredeşt e, bi qasî ku ew bihtir pirsa nûjenkirin û reformkirineke realîst û aqilane, di çarçeweya bingehên Êzîdiyatiyê de ye, ku Şêxadiyetî yek ji hîm û bingehên wê ye. Pirsa di navbera Êzîdiyatî û Zeredeştiyatiyê de, ne ew e, kîjan bawerî ji kîjanê baştir e, yan Xwedayê kî ji Xwedayê kî bilindtir, bihêztir û mezintir e.

Pirs bi qasî ku bîra herdu dînan dibêje, ne pirsa anuhayî û paşerojê ye, bi qasî ku bihtir pirsa pêşerojê a ji dîrokê heta bi dîrokê ye.

Dîn, bîr û bawerî di serî de, ji pirsa aqil bihtir ew pirsa dil e.

Tu dikarî ji mirovekî bipirsî: Tu ji Xwedî hez dikî an nakî; tu Xwedê diparêzî an naparêzî, lê qet nikarî bipirsî, çima tu ji Xwedê hezdikî, yan çima tu Xwedê diparêzî?

Pirsa dîn pirsa „dogma“ ye, ku têde her tişt li Xwedê û ruh, wek „sebeba“ her tiştî di her tiştî de, vedigere.

Yesus wek „kurê Xwedê“ jibo Christyaniyan çi ye, Şêxadî jî jibo Êzîdiyan dikare tiştekî weha yan jî nêzîkî wî be. Ev rastiya dînê Êzîdiyan e, ne min daniye, belê Êzîdiyan xwe bixwe daniye, çêkiriye û bi sedên salan jî parastiye û wek bîrûbawerî qebûlkiriye.

Ji mafê birêz Cewo ye, wek materyalîstekî wekî xwe bi mantiqê xwe, wek çawa dilê wî dixwaze, li Şêxadî temaşe bike, lê Êzîdî, wek çawa bîrûbaweriya wan dibêje, wî wek pareke nebiçûk ji xwedawendiya xwe liqelem didin. Lêkolînvanî jî li vir ew e, ku mirov Êzîdiyatiyê (di nav de jî Şêxadiyetî) bi çavên Êzîdiyan li şûna çavên xwe bixwîne. Lêkolînvanî ne xwendina xwestek û daxwazan e, belkû xwendina û analîzekirina rastî û faktan e. Şêxadî (kî jê hez dike yan hez nake, wî dixwaze yan naxwaze, ev pirseke din e) di Êzîdiyatiyê de, ne tenê fakt belê rastiyek ji rastiyên herî mezin yên vê olê ye. Zanist jî ew e, ku tu vê rastiya mezin bibîne, bixwîne û analîze bike. Zanist di xwendina Êzîdiytiyê de, ne ew e, ku tu li gorî „gêwilmendiya“ vê siyasetê yan jî wê siyasetê, „x“ li ser Şêxadî bide û bi behaneyeke îdeolojî wî ji holê rabike.

Ne te, ne jî min Şêxadî kiriye yan jî daniye Şêxadî, belê Êzîdiyan ji 950 salî û vir de ew wek „Şêxadî“ ku mîna Xwedê „herî temam e“, qebûl kiriye.

Birêz Cewo dikare Şêxadî qebûl neke, jê nefret jî bike, wî „Misilman“ yan jî „Ereb“ bike, lê nikare wî, ilmê wî, Kurmanciya wî, rola wî, pîroziya wî di dîroka Êzîdiyatiyê û jiyana rûhî a Êzîdyian de, ji holê rabike.

A rast, Şêxadiyetî pareke mezin ji rastiya Êzîdiyan a li seranserî dora zêdetir ji 950 salan e: Ne Şêxadiyetî bê Êzîdiyatiyê dibe, ne jî Êzîdiyatî bê Şêxadiyetiyê dibe. Bi qasî ku Êzîdiyatî rastiya Şêxadiyetiyê ye, hewqasî Şêxadiyetî jî rastiya Êzîdiyatiyê ye.

Yê bawer jî neke, bila here dîrokê di Êzîdiytiyê de, û Êzîdiytiyê jî di dîrokê de bixwîne!

V- „Êzdî“ û „Êzîdî“.. „Kurdên sipî“ û „Erebên reş“

Di serî de dixwazim bidim diyarkirinê, ku problematîkiya binavkirina Êzîdiyatiyê ne ji îro de destpêkiriye. Di lêkolînên xwe de, min qet Êzîdiyatî bi „Yezîdê kurê Muawiya kurê Ibin Sufyan“ ve, rastûxo girênedaye. Pirtûka min a bi zimanê Erebî (دراسات في ميثولوجيا الديانة الإيزيدية)[9], ku di sala 1995an de derçûye, ku têde bi hûrgilî min basa rola „Yezîdê kurê Muawiya“ kiriye, belgename ye. Di vê pirtûkê de, ez rola „Yezîd“ û herweha Şêxadî di Êzîdiyatiyê de inkar nakim, lê Êzîdiyatiyê jî di şexsiyeta wan de kurtûpxt nakim. Dîrok çi dibêje, ez wê, li gorî boçûnên xwe, şirove û analîz dikim. Di ser dîrokê û faktên wê re xwe çengnakim. Lê di heman demê de heq jî nadim xwe, ku wan ji dîroka Êzîdiyan bi darê zorê „meqes bikim“, yan jî bibim „meqeskirinê“.

Eger ez bi vê têzê bawer bûma û min bi rastî Êzîdiyatî tenha di Şêxadî û Yezîdê kurê Muawiya de, bidîta û liqelem bidaya (wek çawa birêz Cewo min tawanbar dike), min jî dê wek pirraniya nivîskarên Ereb, Êzîdiyatî wek „YEZÎDÎTΓ yan jî „YEZÎDIYATΓ (li pey navê „Y-E-Z-Î-D“) bi nav bikira. Lê bo zanîna birêz Cewo, di vê pirtûkê li jor binavkirî de, li seranserî beşekî sax ji wê, min bersiva vê têza „Erebkirin û Misilmankirina Êzîdiyatiyê“ daye. Wekî din jixwe pirrcaran bi nivîskarên Ereb yên mezin re, çi bi rêya gotar û lêkolînan, çi jî bi rêya name û e-mailan, ketime gengeşeyan, ku di wan de, min teoriya „Erebikirina Êzîdiyan û Êzîdiyatiyê“ vala, bêbingeh û li derveyî dîrokê derxistiye. Hêjayî destnîşankirinê ye, ku di gengeşeyeykê ji wan gengeşeyan de, bi Prof. Dr. Seyar Elcemîl re[10], ku yek ji ronakbîrên Ereb yên naskirî ye, lêborîna xwe xwest û biryar da ku êdî li ser vê mijarê nema binivîse.

Ya balkêş ev e: Wek çawa duh nerînên min ne li gorî kêfa hin nasyonalîstên Ereb bû, îro jî nerînên min ne li gorî kêfa dilê birêz Cewo û hin nasyonalîstên Kurd e. Sedem jî bê guman her yek e, ew jî NASYONALÎZM e.

Cihêwazî jî tenê ziman e: Li vir bi Kurdî ye, lê li wir bi Erebî ye!

Binavkirina min ji dînê Êzîiyan re wek „Êzîdî“ yan jî „Êzîdiyatî“, ne ji ber xatirê çavê „Yezîdê kurê Muawiya“ ye, wek ku birêz Cewo difikire, belê ji ber wê ye, ku dîroka vê gotinê (ÊZÎDÎ) li gorî hin çavkaniyên dîrokî û arkyolojî, vedigere dora sê hezar sal berî zayînê[11]. Bi ya min hîç cudahiyeke wisa berbiçav di navbera „Êzdiyatî“ û „Êzîdiyatiyê“ de tune ye; herdu jî bi her hal ne „Yezîdîtî“ ne, wek birêz Cewo texmîn dike.

Helbet ne rast e, ku Êzîdiyatî tenha di qonaxa Şêxadiyetiyê de were naskirinê, lê ne rast e jî ku Şêxadî wek fîgûrekî pîroz ji Êzîdiyatiyê were „meqeskirinê“. Birêz Cewo Êzîdiyatiyê li ser du beşan parve dike; „Êzdî“ wek paşmayên „Êzdiyatiya resen“ û „Êzîdî“ wek dûşopên Şêxadî û hilgirên „Êzîdiyatiya sexte“ û çanda Erebiyatiyê. Li gorî vî mantiqê nasyonalîst „Êzdî Kurdên sipî“ ne, lê Êzîdî „Erebên reş“ in. Wate „Êzdîtî“ ola Kurdan a „sipî resen“ e, lê „Êzîdîtî“ mîna Misilmantiyê ola Ereban a „reş û sexte“ ye. Lewre birêz Cewo wek nasyonalîstekî Kurd heq dide xwe ku têza xwe weha şirove bike, û di serencamê de, min û her kesekî mîna min difikire bi „Êzîdîtiyê“, „erebkirin“ û „misilmankirina“ Êzdîtiyê“ tawanbar bike: „Çi gunehê xwe veşêrim, di sêrî da min digot, ku ev ji tênegihîştian êzdîtîyê tê, lê paşê min dît, ku mabesta vî camêrî ne êzdîtî ye, êzîdîtî ye (li beşê vê gotarê yê I binihêr’in!) – ew li cîhekî jî di gotara xwe da peyva êzdî bi k’ar nayne, şer’ê wî ji bo êzîdîtyê ye, ne ji bo êzdîtîyê! Û, ku êzîdîtî ne êzdîtîye jî, tiştekî veşartinê nîne (di derberê vê pirsê da bi hûrbînî di gotara min a “Êk’pansîya bierbkirina K’urdistanê didome?” da heye! – jêdera wê li jorê binihêr’in!)“.

Diyar e, ku xwediyê têza „Êzdîtiyê“ dîrokê li gorî kêfa dilê xwe û daxwaza îdeologiya xwe dixwîne û şirove dike: Kî Şêxadî û Şêxadiyetiyê di dîroka Êzîdiyatiyê dibîne, dixwîne û qebûldike, ew „Erebkirinê dike“!

Her gava ku zanayek, lêkolînvanek, teyologek yan dîroknasekî Êzîdî rastiya Şêxadî û qonaxa Şêxadiyetiyê wek qonaxeke sufîst a herî berz di Êzîdiyatiyê de, ku wê demê netewayetî û sînorên wê nas nedikirin, bike, nasyonalîstên Kurd dinyayê xirab dikin, mîna ku gunehkariyek hatibe kirinê.

Berî demekê birêz Cewo heman „bumbeya nasyonalîst“ bi serê birêz Pîr Dîma de jî teqand, ku yek ji zana û teyologên Êzîdî yên bijarte ye.

A pîr Dîma li ser Şêxadî û qonaxa Şêxadiyetiyê dibêje, dîrok e ne çîrok e; fakt e ne siyaset e; theolojî ye ne îdeolojî ye; dîtin e ne çavgirtin e; rastî ye ne  sextekarî ye. Jixwe „Ilmê Sîngê“ yê Êzîdiyan jî wê dîroka ji rastiya rabûnûrûniştina wan, bi hûrgilî vedibêje.

Bi çavên dîrokê, ne giring e Şêxadî Kurd be yan Ereb be; ya giring ew e, ku wî xwe ne wek Kurd ne jî wek Ereb daye nasadinê, belê hertim wek Êzîdî xwe naskiriye û Êzîdî jî wisa bi xwe dane naskirinê. Bi çavên orientalistik jî ne giring e tu, ez yan ew çawa û çiqasî Şêxadî Kurd yan jî Ereb dibînin; belê a giring ew e, ku wî çawa wek irfannasekî her xwe Êzîdî dîtiye, naskiriyê û herweha çawa Êzîdiyatî jî daye nasandinê. Êzîdiyatî bi giştî û Şêxadiyetî bi taybetî, ji dîndariya berteng û sînordar wêdetir sufîzm û derwêşî ye. Wate, herwekî çawa Êzîdiyatî wek dînekî derwêşane, sînorên di navbera Xwedê û mirovan de nas nake, wisa ew sînorên di navbera mirov, ziman û nasyonan de jî nas nake.

Ha ji ber vê taybetmendiya sufîstane ye, ku di Êzîdiyatiyê de, Pêxemberayetî tune ye: Her kes bi qasî xwe û irfannasiya xwe Xwedayê xwe ye!

Dîrok fakt, cih, dem, kesayetî û bûyer in. Ya di dîrokê de bûyî gereke mirovê lêkolîner ku objektîv li bûyerên wê digere, bibîne, bixwîne û binirxîne. Şêxadî û Şêxadiyetî di Êzîdiyatiyê de dîrok e, belê dîrokeke mezin e jî, lê ne çîrok e. Ew dîroka Êzîdiyan  û qonaxeke giring ji dînê wan e. Zanyarê ku xwe bi rastî zanyar dibîne, gereke vê rastiya dîrokî di Êzîdiyatiyê de bibîne û bixwîne, wek çawa Êzîdî wê dibînin û dixwînin. Lê eger birêz Cewo û nasyonalîstên wek wî Kurdperest naxwazin vê yekê, wek dîrokek qewimî, bibînin, ew problema wan û îdeolojiya wan e. Şêxadî di dîroka Êzîdiyan de, ne derwe belê rastî ye. Ev rastî gereke were berbiçavkirin û xwendinê, ne were „binçavkirin“ û „jiholêrakirinê“.

Rast e, Êzîdî di çend qonaxên sereke re derbas bûne, ku yek ji wan jî Şêxadiyetî ye, lê ev nayê wê wateyê ku qonax Êzîdiyan ji hev parçe bikin. Êzîdî, bi ya min yek milet e, bi yek dîn û yek baweriyê ye. Yê ku dixwaze Êzîdiytiyê (yan Êzdiyatiyê) li ser „Êzdiyan = Kurdên sipî“ û „Êzîdiyan = Erebên reş“ parve bike û bibiêje, ku „Êzdî“ resen in, ji ber ku „Kurd“ in, lê „Êzîdî“ „sexte“ ne ji ber ku „Misilman“ û „Ereb“ in, bi ya min ew mirovekî heta bi qirikê di şovenîzmê de teqinî ye û rasîzmê di nav Êzîdiyan sazdike.

Rast e Êzîdiyatî olek ji olên Kurdî yên resen e. Lê pakî û nepakî, çakî û neçakî, rastî û nerastî, rasteqînî û nerasteqîniya vê olê ne ji ber wê ye, ku tenha „oleke di Kurdî“ ye û ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê ye.

Ne her tiştekî bi Kurdî tenha „pak“, „rast“ û „çak“ e. Ne her tiştekî bi „Ne-Kurdî“ jî tenha „nepak“, „nerarst“ û „neçak“ e.

„Dînê sipî“ û „dînê reş“ jî tune, belkû mirovên ku dînan reş yan sipî dikin, hene!

Parvekirina dinyayê li ser „reş“ yan „sipî“, metodek ji metodên rasîzmê ye.

Parvekirina Êzîdiyatiyê jî li ser „Êzdîtiya çak“ û „Êzîdîtiya xirab“, yan jî „Êzdiyatiya berî Şêxadî = Kurdiyatiya resen“ û „Êzîdiyatiya piştî Şêxadî = Erebiyatiya resen“, heman metoda ji heman rasîzmê ye.

Ha li vir birêz Cewo xwe bixwe bersiva menalîteya „Kurdperestiya şovenîst“ dide, û xwe bixwe jî dide diyarkirin ku nasyonalîzma Kurdî çawa metodên faşîzmê beramber Êzîdiyan û dînê wan, bikartîne.

„Êzîdîtî“ wek ku birêz Cewo dibêje, ji Êzîdiyan re ne lazim e, ji ber ku ew ji „Êzdîtiyê“ bihtir „Misilmantî“ ye, û ji „Kurdiyatiyê“ jî wêdetir „Erebiyatî“ ye. Baş e, bila birêz Cewo û ligel wî hemî nasyonalîstên Kurd, dînê xurû bi Erebî û ji Erebistanê heta bi Erebistanê, ku îro roj dînê 95% ji Kurdan e serersat bike û berê wî bide Kurdiyatiyê û Kurdistanê, û paşê berê xwe bidin „Êzîdîtiya bi Erebî“ anku Şêxadiyetiyê ku zimanê wê 97% xurû bi Kurmancî û ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê ye!

Birêz Cewo min tawanbar dike, ku ez daxwaza „erebkirina“ Êzîdiyan dikim, lewma jî ez zarawê „Êzîdî“ bikar tînim. Cewo weha dinivîse: „Dibe ku, ji bo wê ye, ku ew wisa bi gef û gur’ doza nek’urdîbûna êzîdîtîyê dike. Û di vê da dibe ku ew r’ast be! Heman dozê mîr T’ehsîn beg jî dike, û ew jî r’ast e, ji ber ku t’u p’êwendîyên êzîdîtîyê bi êzdîtîyê r’a nînin…“[12]

Nexêr, ev „gunehbarkirin“ ji xeyala we a „nasyonalîst“ e kekê Ezîz. Karê min lêkolîn e; lêkolîn jî çavên objektîv dixwaze, lê ne çavên „nasyonalîst“!

Mebesta min ji xwendin, lêkolînkirin û analîzekirina Êzîdiyatiyê ne „Erebkirin“ ne jî „Kurdîkirin“ e, ev karê îdeologîstên Ereb û Kurd e, lê ne karê min e. Ne heqê min, ne jî heqê çu kesê din heye, ku dînê Êzîdiyan, li gorî kêfa dilê xwe bibe polîtîzekirinê!

Êzîdî Kurd bin, yan xwe Kurd bibînin, Ereb bin yan xwe Ereb bibînin, ev pirs ne pirsa min e, wek lêkolînvanekî, belkû pirsa Êzîdiyan bixwe ye, ew xwe çi û çawa û ji kuderê heta bi kuderê dinasin, dibînin û dixwînin.

Xelkên „Başîk û Bahzanê“ bi Erebî (Erebiya şamî) xeber didin, lê Êzîdî ne û ji hemî Êzîdiyên din jî xwe Êzîdîtir dibînin. Gelo guneh û sûcê wan çi ye, ku Êzîdî ne, û Êzîdî bûne, lê bi Erebî xeber didin?

Li gorî mantiqê Cewo ev „Êzîdiyên Misilmanbûyî“ ne, gereke werin „tunekirin“, tenê ji ber ku bi Erebî xeber didin! „Êzdîtî“ li pey vî mantiqê nasyonalîst gereke tenha di qalibekî xurû bi Kurdî de be, lê xwediyên vî mantiqî ji bîr dikin ku Êzîdiyatî oleke weha kevnar e, ku dîroka wê 4000 sal derbas dike, anku ew berî fikra nasyonalîzmê bi hezarên salan e. Dema ku Êzîdiyatî wek ol, bîr û bawerî li Rojavayê Îranê (Kurdistana Îro) û Mezopotamyayê hebû, wê demê ne zimanê Erebî sûc bû, ne Tirkî, ne Farisî, ne Kurdî, ne jî çu zimanê din.

Berê dîn ji nasyon û neteweyan mezintir bû, lewre gelek imperatoriyên mezin yên berê li ser bingeha olî hatin avakirin, ku gelek nasyon û ziman derbas dikirin.

Yên îro Şêxadiyetiyê (ku bi Erebiyatî û Misilmantiyê tê tawanbarkirinê) di Êzîdiyatiyê de, wek „sûc“ dibînin û wê red dikin, Êzîdiyatî baş nexwendine, eger xwendibin jî wan ew tenha bi çavên nasyonalîst xwendiye.

Pirsa lêkolînkirina Êzîdiyatiyê ji bo min ne ew e, ku Êzîdî çiqasî xwe „Kurd“ yan „Ereb“ yan nasyoneke din dibînin, belê pirsa herî giring ji bo min wek mijara lêkolînkirinê, ev e: Êzîdî xwe çawa, bi çi, li ser çi, jibo çi û ji kuderê heta bi kuderê xwe Ezîdî dibînin?

Dîn bawerî ye, lê Netew tam tiştekî din e. 

VI- Êzîdxan (Êzdîxan) û Kurdistan

Pirsgirêka zarawê „Êzîdxan“ û „Êzdîxanê“ jî mîna pirsgirêka zarawê „Êzîdîtî“ û „Êzdîtiyê“ ye. Bi ya min hîç ferqeke zêde di navbera wan de tune ye. Ne „Êzîdîtî“ li ser navê „YEZÎD“ tapokirî ye, ne jî Êzîdxan. Ev pirsgirêk tenha di serê nasyonalîstên Kurd û Ereb de ye. Reh û rîşalên Êzîdiyatiyê berî „YEZÎD ê Muawiya“ bi hezarên salan e. Ya ji vê jî wêdetir, ku gereke were gotin û destnîşankirinê ew e, ku „Êzîdxan“ (yan jî Êzdîxan) wek zarawekî watedar di dîrok, rabûn û rûniştin, dîn û dinya Êzîdiyan de, ji Kurdistanê kevintir e.

Ev jî fakt e, dîrok e, lê ne çîrok e. Û a giringtir jî li vir ew e, ku ev zarawê êzîdiyane bi zimanekî kurt û Kurmancî; anku bi Kurmanciya zelal di „Ilmê Şêxadî“ de (ku nasyonalîstên Kurd wî wek „Ilmê Erebî“ li qelem didin) hatiye.

Eger Êzîdî „Kurdên resen“ in, naxwa gereke Êzîdxan jî Kurdistana resen be.

Eger Kurd berê tev Êzîdî bûn, naxwe Kurdistan, wek min pirrcaran gotiye û nivîsandiye Êzîdxan bû, herwekî çawa gerek îro roj jî Êzîdxan (çi nebe ji hêla manewî de) di dilê Kurdistanê de baya.

Eger Êzîdiyatî rêya rasteqîne a Kurdistanê ye, naxwe gereke Êzîdxan jî bibe „Vatîkana Kurdistanê“.

Lê a rast, îro roj, Êzîdxan di zihniyeta nasyonalîstên Kurd de, ji Kurdistanê bihtir „Antî-Kurdistan“ e; ji „Kurdistana resen“ jî zêdetir „Kurdistana reben“ e. Theoriya „Kurdên resen“ di vê zihniyetê de, ji parastina Êzîdiyan bihtir, bixwe jiholêrakirin û tesfiyekirin e.

Hewerkî çawa nasyonalîstên Kurd yên mîna Celadet Bedirxan berî dora 80 salî Êzîdxan ji qewlên Êzîdiyan rakir û Kurdistan li şûna wê kir[13], îro jî nasyonalîstên Kurd bi heman metodên şovenîst hewl didin, ku Şêxadî ji dîroka Êzîdiyan hilbikin û Zeredeşt (ligel rêza bo Zeredeştiyan û baweriya wan) di şûna wî de rabikin.

VII- Zor faşîzm e

Faşîzm wek fikir di bingeha xwe de, serencama fikrê nasyonalîst yê tundrew e, ku di sala 1922an de, paş şerrê cîhanî yê yekemîn, li Îtaliyayê rû daye. Faşîzm di koka xwe de, berî her tiştî, zor e; anku ew serecama siyaseta ji zorê ye, ku bi şêweyekî sîstematîkî metodên ji zorê heta bi zorê li dij aliyekî yan gurûpekê tên bikaranînê. Faşîzm ne tenê qirkirina madî û cesteyî ye, belê ew qirkirina manewî ye jî. Dema ku birêz Cewo heq dide xwe û nasyonalîstên bi Kurdî mîna xwe, ku „Êzîdîtiyê“ yan jî „Şêxadiyetiyê“ ku bi „Erebîtî“ û „Misilmantiyê“ tê tawanbarkirinê, ji kokê de hilîne û bibe qirkirinê, gelo ma navê vê hizrê û vê têzê çi ye? Ma ev ne metodek ji metodên faşîzmê ye, ku tu dixwaze dînekî ji kokê de hilweşîne?

90% ji Êzîdiyatiya îro berdest, bi taybetî di warê qewl, beyt, duwa, qesîde û dirûzeyan de, ku bi navê „Ilmê Sîngê“ tê binavkirinê, Êzîdiyatiya ji Şêxadî û vir de ye. Eger me Şêxadî (li pey dawxaza birêz Cewo û nasyonalîstên mîna wî bi Kurdî) ji Êzîdiyatiyê avêt, gelo dê çi dîn ji Êzîdiyan (yan jî „Êzdiyan“) re bimîne?

Ya xwediyên vê têzê ji Êzîdiyan dixwazin ne dîn belê siyaset e, ne Êzîdiyatî (yan jî „Êzdiyatî“) belê Kurdiyatî bixwe ye.

Eger wisa ye, yê Kurd jixwe Kurd e, lê ev çi tevlîhevkirina dîn bi siyasetê re û Êzîdiyatiyê bi Kurdiyatiyê re ye?

Birêz Cewo wisa bawer dike ku „hem bi dîrokî, hem di vê r’ewşa obyêktîv da di nav gelê k’urd da hîç bingehek ji bo faşîzmê nîne… Û t’evgera gelê k’urd a dêmokratîxwaz jî govenîya wê ye!..“.

Nexêr, kekê min faşîzm bi Kurdî ne tenê heye belê berz e jî.

Faşîzm bi Kurdî li dij Êzîdiyan û Êzîdiyatiyê, ku ola ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê ye, du caran tê bikaranînê; cerkê wek dîn bi rêya „faşîzma Islamî“, ku Êzîdî bi rêya vê pirsê „tu Êzîdî ye yan Misilman î“, tên heramkrinê;

a din jî bi rêya „faşîzma Kurdperestî“ ku Êzîdî bi rêya vê pirsê „tu Êzîdî ye, yan Kurd î“, tên binçavkirin, senzûrkirin û qedaxekirinê.

„Faşîzm“ di serî de û berî her tiş zor e, çi zora madî çi jî a manewî.

Dema ku Êzîdî di „Kurdistana azad“ de û li jêr al û sirûda Kurdî tên fermankirin û „Pêşmerge“ pişta xwe bi sifir berxwedan, sifir şehîd, sifir birîndar û sifir windayî didin wan û Êzîdxanê radestî DAIŞ dikin, gelo navê vê çi ye?

Zor her zor e, ku metodek ji metodên faşîzmê ye.

Kurdekî nasyonalîst li vir „x“ li ser Şêxadî û qonaxa Şêxadiyetiyê dixe û dînê Êzîdiyan bi darê siyaseta ji zorê dibe „Zeredeştîkirinê“!

Kurdekî din jî li wir, „x“ li ser Şingalê dixe û Êzîdxanê bi darê siyaseta ji hîlê û xiyanetê dibe „Daişkirinê“!

Li vir zor e û li wir zor e, herdu jî faşîzm bixwe ne.

VIII- Faşîzm ne tenê „jor“ e

Li gorî birêz Cewo, „divê mirov nat’sîonalîzma gelên serdest a sîstêmî ji “nat’sîonalîzm”-a gelên bindest cuda bike, helbet, eger mirov bikaribe ya gelên bindest “nat’sîonalîzm” nav bike!. Eger nat’sîonalîzma gelên serdest net’ewa xwe li ser ên dinê r’a digire û, anegorî wê jî, berjewendîyên net’ewa xwe li ser ên hemûyan r’a dibîne, lê ya gelên bindest, ew helwesteke xwezayî ye – li hember bindestî, stemk’arî û mijovdarîya faşîzm û natsîonalîzma sîstêmî ya dewletên serdest. Ango, ew r’êaksîona xwep’arastinê ye…“[14].

Ev a li jor rêzkirî, bi ya min, tenê theorî û „xeberdanfirotin“ e, lê realîte tam tiştekî din e. Faşîzm ne tenê „jor“, belê „jêr“ e jî.

Bo nimûne kêm gel bi qasî gelê Filistînî rastî metodên faşîzmê hatine, lê ya filestîniyan xwe bixwe bi serê hev kiriye, ne ji faşîzma bi serê wan hatiye kêmtir e. Dema Helepçe ji hêla rejîma Seddam ve hate bombarankirin, Filistîniyan wek „miletekî bindest“ bi serpereştiya Yasir Erafat li şûna şermezarkirinê karesat pîroz û bumbarek kirin!

Hêz û îdeolojiya DAIŞ jî, ku îro roj kambaxtirîn nimûneya faşîzma olî ye, ne ji „qatên têr û serdest“ belê ji „qatên jêr û bindest“ pêktê. Faşîzm, bi qasî jor, dikare li jêr jî bê jî. Faşîzm, şovenizm, dîktatorî, zordarî, neheqî, bêadaletî, newekhevî ne bi „jêrdestî“ û „jordestiyê“ ve girêdayî ye, belkû bi sazumana nirxan, perwerde, dîn, bîrûbawerî, heyîn û neyîn, rewşa seykolojî û civakî ve girêdayî ye. „Jêrdestek“, li gorî şert û mercên xwe, dikare bi sedqat ji „jordestekî“ dîktatortir, şovenistir û faşîstir be.

Qesab û serbirên DAIŞ (di nav wan de, helbet Kurd jî hene), ku haha serên mirovan mîna berxikan dibirin, ne zarokên „qatên jordest“, belê zarokên „qatên jêrdest“ in. Mîrên DAIŞ û aqildarên wê jî, zorbeyî zorê wan herwisa ji rêzê ne.

Teoriya birêz Cewo li vir dişibihe teoriya „dîktatoriya prolîtaryayê“. Kekê min dîktatorî dîktatorî ye, herwekî çawa faşîzm jî faşîzm e; ha ji „miletê serdest“ be, ha jî ji „miletê bindest“ be. Herdu jî dikarin faşîst bin, çi bi dev û theoriyê, çi jî bi kirin û pratîkê.

Zilm û zordarî, her zilm e û her zordarî ye, ji kî dibe bila bibe.

Helbet „miletê faşîst“ wek zaraw tune ye, lê îdeolojiyek dikare miletekî ber bi faşîzmê ve bibe. Faşîzm di koka xwe de, di serî de fikir, bîr û bawerî ye. Şensê wî fikrî di nav „miletê jêrdest“ de, dikare bi qasî şensê wî di nav „miletê jordest“ de be. Lê ew fikir çiqasî dikare derfeta realîzekirinê bibîne, ew tiştekî din e.

Bo nimûne, kuştin berî bibe kirin, ew pilankirin e; lewre kuştin bi qasî kirinê pilankirin e jî: Ha kirin û ha pilankirin; rê ji herduyan diçe kuştinê, ku bixwe tawan e. Ya „Erebê Misilman“ di Şingalê de bi serê „Kurdê Êzîdî“ (çi jin çi jî mêr, çi zarok çi jî kal) kir, „Kurdê Misilma“ jî kir. Ma li vir ferqa kuştina Êzîdiyekî bi destê „Kurdekî“ yan Erebekî“ çi ye?

Kuştin her kuştin e; sedema kuştina Êzîdiyan li Şingalê û herweha sebîkirina jinên wan, çi ji hêla Kurdan ve çi ji hêla Ereban ve, her yek bû, ew jî ew bû, ji ber ku Êzîdî bûn, ku di mantiqê wan „kafir“ in, yan jî ne-misilman in!

Yê Êzîdî di tenûran de birin şewat û sotandinê, berî Ereban Kurd bûn!

Yê jinên Êzîdiyan birin sebîkirinê, berî Ereban, dîsa her Kurd bûn!

Di serdema îraqa dîktator de, faşîstek hebû navê wî jî Seddam Hisên bû, lê îro roj Li Kurdistanê ku qaşo „azad“ e, faşîst, ku zorê li Kurdistanê belav dikin, sê ne: Dînê mezin, Eşîra mezin û partiya mezin.

Li hêla din, ya Kurd jî xwe bixwe bi serê hev dikin, ne ji a dijminê wan bi serê wan dike kêmtir e.

„Birakujî“ jî ku hertim li ber derê Kurdan û Kurdistana wan e, nîşana herî berz a vê yekê ye.

Faşîzm, hevinkarkirin e!

Faşîzm, hevneqebûlkirin e!

Faşîzm, hevtalankirin e!

Faşîzm, hev jiholêtrakirin e!

Faşîzm, hevkuştin e!

Hoşeng Broka

hoshengbroka@hotmail.com

------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 
 

-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Ew xortê êzîdî yê bi navê Mûsa, li hêviya wergirtina mûçeyê karê xwe bû da ku bistîne û vegeriya cem malbata xwe û di vê krîza aborî de hinekî barê wan sivik bike, lê termê wî bi ser wan de çû û heta heta barê wan girantir kir.

Xortekî êzîdî temen 20 salî bi navê Mûsa Xidir Murad li bajarê Silêmaniyê di cihê kar de hat kuştin. Vê bûyerê nerazîbûna êzîdîya li pey xwe anî.

Mûsa Xidir Murad, ev 6 meh bûn ku ji bo kar berê xwe dabû bajarê Silêmaniyê û zêrevanê projeyekê bû. Şeva 10ê Gulanê termê wî li cihê karê wî hat dîtin. Polîsan kesek bi tohmeta kuştina Mûsa binçav kirine. Malbata wî jî dibêje, ewê li xwedî û karmendên şirketa wî projeyî gilî bikin.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê, Serkewt Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Çarşemba borî, kesek bi gumana kuştina Mûsa hat girtin. Ew kes beriya bûyerê li wî cihî hatibû dîtin.”

Serkewt Ehmed wiha got: “Mûsa di odeya xwe de hatibû kuştin, ku ling û dest û çavê wî girêdayî bûn. Herwiha bilok ango kevirek mezin li cihê bûyerê bû.”

Piştî dagîrkirina bajarokê Şingalê ji aliyê çekdarên rêxistina DAIŞê ve, xelkê wê deverê koçberî Başûrê Kurdistanê bûn û niha malbata wî li Kampa Baedrê ya nêzîkî bajarê Dihokê bi cîh bûne.

Piştî bûyera kuştina kurê wan bi rojekê, serdana bijîşka dadê ya Silêmaniyê kirin û termê Mûsa wergirtin û birin li Badrê veşartin, lê biryar e di vê hefteyê de serdana polîs bikin da ku ew jî îfadeya xwe bidin.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê, ragihand: “Malbata wî xortî gotine, emê vegerin Silêmaniyê û gilî bikin. Dema ew gilî bikin, % 50 ji karê polîs bo dîtina tawanbar, hêsantir dibe.”

Pismamê Mûsa, Xeyrî Husên li Kampa Baedrê ji Rûdawê re ragihand: “Ti pirsgirêka Mûsa ligel kesî nebûye. Mehê bi 400 hezar dînar (307 dolaran) kar dikir. Beriya rojekê ji bûyerê bi malbata xwe re axivî bû û gotibû ezê sibe mûçeyê xwe werbigirim û vegerim cem we.”

Xeyrî Husên wiha got: “Xwediyê şirketê û karmendên wê tohmetbar in bi wê bûyerê û emê li wan gilî bikin, ji ber ku ma çawa zêrevaneke wan bi vî awayê hov û bi keviran hatiye kuştin û haya wan jê tine bû.”

êzîdî dilgiran bûne

Kuştina wî karkerê êzîdî, xelkê nava kampa Baedrê dilgiran kirine û wek nerazîbûn xwepêşandanek lidar xistine û daxwaza eşkerekirina kesê bikuj dikin.

Kesayetiyê êzîdî û parlamenterê berê yê Iraqê, Mehma Xelîl ragihand: “Ew xort ji malbatekî hejar bûye û ti dijminatiya wî bi kesî re nebû. Kuştina Mûsa bi kevir em pir dilgiran kirin. Em di wê baweriyê de ne ku destekî jiderve veşartî li pişt wê bûyerê ye, da ku karkerên kurdên êzîdî li bajarê Silêmaniyê kar nekin, lê li cem me ti cudahî di navbera bajarên Kurdistanê de tune ye.”

Bi gotina hinek çalakvanên êzîdî, sedema li pişt wê bûyerê olî ye, ku jê re gotine bibe misilman, lê heta niha ti kesî ev yek piştrast nekiriye.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed tekez kir ku heta niha ew kesê girtî li kuştina Mûsa mikur nehatiye lê lêkolîn berdewam dike.

Serkewt Ehmed gotinên Mehma Xelîl û wan çalakvanan red kir û wiha got: “Ew gotin ne rast in, ji ber ku heta niha kurdên êzîdî li Silêmaniyê rastî van bûyeran nebûne û rêz û hurmeteke mezin ji wan re tê girtin. Ev bûyer wek her bûyereke din e.”

Daxuyaniyên polîs û bijîşkê dadê derbarê cilên Mûsa ne wek hev in. Bi gotina Serkewt Ehmed, cilên taybet bi zêrevanan li wî xortî bû û ti şûna îşkenceyê di laşê wî de nebû.

Lê bijîşkê dadê yê Silêmaniyê, Dr. Şêrwan Ebdullah, ku bi xwe pişkinîn ji termê wî xortî re çêkiriye, ji Rûdawê re ragihand: “Tîşortek û bêcameyek li Mûsa bû. Saet 23:35 termê wî gihîşt cem me.”

Herwiha Dr. Şêrwan Ebdullah da zanîn ku, “Piştî pişkinînê diyar bû ku Mûsa di serê xwe de lêdan xwaribû û hemû hestiyên serê wî şikestibûn. Diyar e betaniyek avêtibûn ser serê wî û piştre li serê wî dabûn.

 
 

-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Li Kerkûkê, di heyama salekê de 11 melayên kurd tevlî DAIŞê bûne her wiha 5 mela jî beriya ku tevlî DAIŞê bibin, hatine girtin.

Li parêzgeha Kerkûkê, heta niha 11 melayên kurd tevlî DAIŞê bûne û li dijî Pêşmerge şer kirine.

3 mela di şer de ji aliyê Pêşmerge ve hatine kuştin her wiha 5 melayên kurd jî beriya ku tevlî DAIŞê bibin, hatine girtin.

Li gorî rayedarên olî yên Kerkûkê, heta niha jî hinek mela hene ku alîgiriya DAIŞê dikin.

Tê gotin ku hinek ji wan melayên ku tevlî DAIŞê bûne, berê di nav refên El Qaîdê de bûn.

 

-----------------------------------------------------------------------------------------

Viyan Dexîl bersiva medyayê erebî da: “Gava hawara gundê Koço hun li kuderê bûn?”

 

 
 
 
 

ViyanDekhil2

Parlamentera êzîdî Viyan Daxil doh li ser agahî û tawanên ji aliyê nûçêgehên erebî derbarê şervanên êzîdî bi beyannamekî mediyayî bersiv da.

Viyan Daxil tevgera şervanên êzîdiya parast. Şervanên êzîdî li gundên ereban yên li Şingalê ji feq û delkên terorîstên Dewlêta Îslamî paqij kirin. Van gundan alîkariya Dewleta Îslamî kirin û gelek gundîyên wan tevlî kuştin û revandina êzîdiyan bûn.

Li gundê êzîdiya Koço li başûrê Şingalê bêtirî 1.500 êzîdî, di nav de gelek jin û zarok, bi hefteyan ji aliyê Dewleta Îslamî hatin dîlgiritin. Hewl dan bi zorê wan bi Îslamê bidin qebûlkirin û paşê bêtirî 400 mêrên wan kuştin. Jin û zarok jî hatin revandin. Tevî hewldanên êzîdiyan ji bo alîkariya gundîyên Koço kesî gav neavêt ji bo ku rê ji vê komkujî û revandinê re were girtin.

 

Bokserê êzîdî Mîşa Aloyan heq ji bo tevlîbûna Lîstikên Olymiyayî yên 2016 stend
 

 
 
 

MishaAlo

Moskov. Bokserê êzîdî yê navdar Mîşa Aloyan heq ji bo tevlîbûna Lîstikên Olymiyayî yên 2016 stend.

Mîşa li bajarê Novosîbîrska Rusyayê li hemberî bokserê meksîkayî Elias Emikh serket û bilêta xwe ji bo Olypmpiya 2016 li Rio de Janêro (Brasil) stend.

Dawiya Cotmeha çûyîn Mîşa cara duyemîn bûbû şampiyonê dinyayê di klasa giraniya xwe de. Ew paşerojê de herwiha bûbû şampiyonê Ewropa. Hêjayî gotinê ye ku Mîşa li Rusya fondeke damezirand ji bo komkirina alîkariya Şingaliyan.

 
 
 
 

Mezinê Qewalan hat hilbijartin

 

Mezinê Qewalan hat hilbijartin

qawal

Şêxan – Piştî ku Mezinê Qewalan, Qewal Silêman, berî cend hefteyan çû rehma Xwedê, Civata Ruhanî dûhatiyê wî diyar kir. Îro di 2. Hezîranê 2014 di saat 11 de, kurê Qewal Silêman, Qewal Behzed, li Lalişê wek Mezînê Qewala hat binavkirin. Merasîma binavkirinê ji aliyê Rudaw TV zindî hat weşandin.
Qewal roleke navdar di dînê Êzîdiyan de dilîzin. Êzîdîtî pirranî bi devkî tê xwedîkirin. Qewal, Qewl û Beytên Êzîdiya (tekstên pîroz yên dînî) ezber dikin û nifşa nû ya Qewalan perwerde dikin. Qewal gerek talîmek (dibistan) dûr û dirêj derbas bikin, ji bo ku bi sedan tekstên pîroz ezber bikin. Mezinê Qewala salê carekê di nav gundên Êzîdiyan de digerin, da ku tifaqa Êzîdyan qewîn bibe.

-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 

Rêxistina Zerdeştiyan ya Cihanê: “Êzîdî ne Zerdeştî ne” – Hevpeyvîn bi êzîdîpress re

 

зороастрийцы Berî demekî li bajarê Efrînê li Rojava peykerek Zerdeşt wek diyarî ji bo Êzîdiyên wê herêmê hat pêşkêş kirin. Ev yek bû sedema pêlek protestoyî di nava Êzîdiyên temamya cihanê, herwiha Êzîdiyên ji Rojava rexneyên xwe anîn ziman. Dîsa mijara peywendîyên Êzîdîyan bi Zerdeştiyan ket meydanê. Derheqa vê mijarê, redaksiyona êzîdîpress ya beşa rûsî berî da Organisaiyona Zerdeşiyan ya Cihanê („The World Zoroastrian Organisation“) û nûnêrê wê Birêz Bachmann, kîjan fikrên xwe bi vî awayî anî ziman:

„Qasî ez dizanim, piraniya kurdan li Efrînê misilmanên sunî ne. Eger kesek bixwaze bibe Zerdeştî, em bi xêr hatina wî dikin, ev dê wî raberî fikrên baş, kiryarên baş û gotinên baş bike. Di nava Kurdan de fikrên zerdeştî gav bi gav berfirehtir bû. Lê ewana xwedî fehmkrinek cihê ne derheqa dînê zerdeştî, bêtir girêdayî netewperweriyê (patriotîsmê) ye – car caran bi şêweyek ecêb, û ew dixwazin Zerdeştiyê ji bo netewperweriya xwe bi kar bînin. Û bi vî awayî ew Êzdîtiyê jî bi kar tînin bo propaganda, ku wan wek tevgerek zerdeştî didin naskirin û ev yek bi berdewamî. Ew dixwazin girêdanek di navbera Zerdeştiyê û kevneşopiyên xwe ava bikin. Lê bi nêrînek objektîv zelale, ku Êzdîtî û Zerdeştî du dînên cuda ne, tevî kok û jêhatinên cuda. Hin wekheviyên wan hene, lê nabe ku bên nepixanin û mezinkirin. Hewldana wan bo vegera ser dînê miletî ya qewmên îranî ye.“

Gelo Êzîdî rast Zerdeştî ne? Me vê pirsê da Serokê Organîsayiona Cihanê ya Zerdeştiyan, birêz Shahpur, yê ku piştrast kir, ku Êzîdî ne Zerdeştî ne. Wî pêşniyarî me kir ku em bi tevî birêz Farrokh Vazhifdarom xeber bidin.

Birêz Farrokh V. di sala 1939 di malbatek dîndarîyên Zerdeştî li bajarê Mumbai (Hindistan) hat dinê. Ew yek ji yên zanyarên herî rûmetgiran li cihanê ye derheqa mijara dînê zerdeştî. Ew berê cîgirê Serokê „Royal Asiatic Society of Great Britain and Irland“ bû, di nav refên kîjan de zanyarên herî naskirî kar dikin.

birêz Shahpur

birêz Shahpur

Birêz Farrokh V. ji êzîdîpress re dibêje: „Ev pirs bi girîngiya herî bilind berî çend salan hat nîqaş kirin. Di semînarek ji yên herî dawî li Londonê ev pirs mijarek sereke bû. Ez dixwazim dîsa eşkere bêjim ku Êzîdî ne Zerdeştî ne. Dînê Êzîdiya bêtir dişibe dînên Brahim Pêxember û li ser bingeha wê ye. Hin erf û edetên Êzîdyan dûr dişibin yên Zerdeştiya berê ya Rojhilat (Iran). Ji ber vê şibandinê hin mirov bawer dikin ku Êzdîtî ji Zerdeştiyê derketiye. Lê ev ne rast e. Îdiyayên wisa bê berpirsyarî ne. Êzîdî kevneşopiyên xwe bi devkî xwedî dikin. Zimanê wan yê sereke zimanekî kurdî, zimanê kurmancî ye. Lê zimanê dînê me avestî ye an jî pazend e. Cem Êzîdya edetê sunetkirinê heye, cem me tune. Êzdîtî ne dînekî misionerî ye, lê berovajî vê her mirov dikare bibe Zerdeştî. Bi van berhevdanînên prîmîtîv gerek meriv miqate be, ji ber ku dînên cuda ne. Eger hin Êzîdî bêjin ku ew Zerdeştî ne, wê gavê wisa xuya dike ku berjewendiyêk siyasî li paş heye. Ev berjewendî gerek werin analîze kirin berî ku encamên şaş derkevin holê.“

Em dixwazin bînin bîra xwendevanên xwe ku Mobed Firuz Azargoshasp, zanyarê beşa Zerdeştiyê û xudan gelek kitêb, derheqa pirsa me dibêje ku „eslê Êzîdiya îranî ye, lê ne Zerdeştî ne, ji ber ku hin dogmên wan û yên me dijberî-nakokî hevin.

Ev gotin herwiha ji aliyê lêkolînvan û teologên Êzîdiya tên piştrastkirin, gorî wan jî Êzîdî ne Zerdeştî ne. Ji bo vê em berhemên Dr. Khalil Cindî, Pîr Xidir Silêman, Prof. Kerim Amoev û Pîr Dima pêşniyarî xwendevanên Êzîdîpress dikin.

Me dît ku Êzîdî ne Zerdeştî ne û loma jî divê Êzîdî sembolên Zerdeştî nekin yê xwe. Piştî me guh da Zerdeştiyan bi xwe, em hêvî dikin ku ev nîqaşa bêhişî bi dawî bibe. Zerdeştî û Êzîdî qederek wekhev parve dikin, pirsgirêkên dînên wan yên mirovhez hene. Di derên ku pirsgirêk tune bin, gerek pirsgirêk nên avakirin, ji bo ku pirsgirêkên heyîn werin çareserkirin.

 

---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Şingal. Bi daxuyanîkî medyayî fermandarên pêşeng yên Hêzên Parastina Şingalê (HPŞ) beyanek weşandine derbarê îdiyayên teze ji aliyê wezareta Pêşmergeh. Berî çend rojan nûçegeha nêzîkî hikumeta herêma Kurdistanê Rûdaw diyar kir ku şervanên êzîdî niha “bi fermî” di bin wezareta Pêşmergeh da ne û ji niha şûnde wek Pêşmergeh şer dikin. Li gorî Rûdawê, şervanên êzîdî bi daxwaza xwe ya azad vî tiştî kirin.

Ku şervanên HPŞ niha bi fermî wek “Pêşmergeh” li Şingalê şer dikin, serfermandarên HPŞ di daxuyaniya xwe de wek “derew” bi nav dikin. Hezên Parastina Şengalê “serbixwe” şer dikin û ne di bin fermandariya wezareta Pêşmergeh de ye. Ku hin şervanên êzîdî wek takekes xwe wek Pêşmerge bi nav dikin, pirsek şexsî ye. Ji bo biryarek fermî ti beyanek hevbeş ji aliyê heft fermandarên hêzên êzîdî tuneye.

“Em wek êzîdî bêtirî çar mehan serbixwe li dijî Dewleta Îslamî (DÎ) şer dikin ji bo parastina şeref û welatê xwe, rûmet û namûsa xwe. [...] Di nav van buyeran de Hêzên Parastina Şingalê wek yekînîyek serbixwe ya êzîdî hat damezrandin, di vir de em tu bazaran nakin û em ê serbixwe bimînin. Mafê êzîdiya yê rewa ye ku piştî 74 fermanan hêzek xweparastinê damezirîne. [...]”.

Herwiha serokatiya HPŞ ragihandina Rûdaw bi giştî rexne dike, û ku siyasetê dike û bi zanebûn agahiyên ne rast diweşîne. Pêbaweriya Rûdawê li gorî wan di şik û gûmanê de ye, bi taybetî ji ber nûçeyên wan yê dubare ya ne rast ku ziyareta Şerfedîn hatibe rûxandin (1, 2). Li gorî fermandarên HPŞ, Rûdaw eşkere nûnertiya nêrînên siyasî dike, ku di ragihandina wan de diyare.

Erkê sereke yên HPŞ parastina Şingalê ye. Ji bo vê yekê hevkariya bi leşkeriya iraqî û Pêşmergeyên kurdî ra gengaze. Lê wek Hêzên Parastina Şingalê meriv tenê nûnertiya berjewendiyên êzîdiyan û parastina dînê wan dike. Ew 10.000 Pêşmerge ku divêt Şingal biparastana, di 3. Tebaxê de revîne û milet tenê hiştin, beyana HPŞ diyar dike. Ji ber vê reva Pêşmerge terorîstên îslamî dikarîbûn bi hezaran kesên zivîl bikujin, 7.000 jin, zarok û kec birevînin û 400.000 mirov derbider bikin.

Ev çend meh in şerek siyasî derbarê deverên Şingalê tê meşandin. Sistbûna alîkariya ji aliyê hikumeta herêma Kurdistanê sebebên xwe di vî şerî de ne. Berî çend hefteyan Barzanî digot ku Şingal û PDK bê hev nabin û herwiha êzîdî û PDK bê hev nabin. Gefxwarineke rasterast ji bo êzîdiya, eger ew hikmê PDK û Wezareta Pêşmergeh ser xwe qebûl nekin û serbixwe bimînin.

Herwiha Rûdaw behsa 1.500 şervanên êzîdî dike, ku di du mehên dawî de li kampên Pêşmergeh hatin perwerdekirin ji bo li Şingalê şer bikin. Li gorî vî agahiyê 650 heta niha talîm xilas kirin. Rûdaw qasî 10 kesan nîşan da ku bi çek û keleşkofên kevn, bêyî nîşana Pêşmerge û ala Herêma Kurdistanê.

Partiya Barzanî PDK di buyerên Şingalê wendahiyên mezin dît, ji ber ku hêzên wan yê Pêşmerge bûn, kîjan Şingalê di destên DÎ de tenê hiştin û revîne. Trajediyek mezintir jî ji aliyê hemberên wan yê siyasî, PKK û YPG, hat çikandin.

Di weşana Rûdawê de yek ji tekoşerên êzîdî dibjêje ku ew bi taybetî mecbûrî helîkopterên Pêşmergeyan nin ji bo alîkariya sivîl û çekdarên li ser çiyayê Şingalê, ku ji aliyê DÎ hatin dorpêç kirin. Bi van mêcbûryetan serokatiya PDK hewl dide bi êzîdiyan re bazara siyasî bike, tevî ku jiyana mirovan di xeterê de ye û dinyaya rojava ji ber komkujya êzîdiyan çekan dide wan.

Serfermandarê HPŞ Heyder Şeşo vê helwesta hikumeta Kurdistanê bi tundî rexne dike. Ew herwiha di Dengê Amerika de dibêje ku ew 150 Pêşmergeyên ku şandin Şingalê tenê li birca televîziyonê ya Şingalê hatin bicihkirin, lê ne ji bo şer.

Ji ber kêmasiya alîkariya ciddî ji aliyê herêma Kurdistanê, fermandarên HPŞ berî dane hikumeta Iraqê ji bo ku çekan ji wan re bi rê bikin. Piştî pêla duyemîn ya êrîşa DÎ, herêma Kurdistanê tu alîkarî nekirin û korîdora dawîn ji aliyê DÎ hat zeftkirin.

HPŞ bi bêtirî 2.000 şervanên xwe mezintirîn hêza parastinê ya êzîdiyane li Şingalê, ku Wezareta Pêşmerge hewl dide wan bikin bin kontrola xwe, ji bo ku têkçûna xwe li Şingalê bidin ji bîr kirin û veqetandina êzîdiyan ji PDK nehêlin, ku niha bûye rastî. Ev jî sebeba gefxwarinên tun e ji aliyê nûnerên hikumeta herêma Kurdistanê.

 
 
 
 
 
 
 
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Piştî tecawizkirin ji aliyê DAIŞ: Çar qîzên Êzîdî yên temenbicuk bi xwînbûna hundurîn anîn nexweşxanê

 

 
 
 
 

ChildMûsil (Iraq) – Çar qîzên êzîdî yên temenbicuk piştî gelek tecawizkirinan ji aliyê terorîstên „Dewleta îslamî“ bi xwînbûna hundurîn yên giran hatin nexweşxana Mûsilê.

Malpera nûçeyan ShafaaqNews vê nûçeyê belav kir ser bingeha cavkaniyêk li nexweşxanê bi xwe. Nexweşxane li navenda bajarê Mûsilê ye. „DAIŞ van çar êzîdî anîne Nexweşxana Mûsilê. Sedema xwînbûnê tecawizkirinên gelek caran yên van kecên temenbiçukin“, cavkanî dibêje.

Ji dema erîşa li ser herêma Şingalê bi hezaran kec û jinên êzîdî hatin revandin. Hejmarên ji aliyên civaka êzîdî behsa zêdiyî 4.000 kec û jin dikin, ku hîn jî di destên DAIŞê de ne. Hin ji wan heta niha li Suriyê û Iraqê wek kole hatin firotin. Tê behskirin ku hin ji wan birine Sûûdî Erebîstan û gelek deverên din.

Ji bo terorîstên „Dewleta Îslamî“ ev kec û jin wek destkeftiyên şerî ne û car caran wan bi endamên xwe re bi zorê dizewicînin. Bi taybetî kec û jinên êzîdî ji bo îslamîstan wek kafirên “bê kitêb” tên dîtin û wek destkeftiyên şerî nav xwe de tên parvekirin.

êzîdîPress, 17ê Îlon 2014

 

 

--------------------------------------------------------------------------------------

Daxwiyanî derbarê êrîşa bi armanc li dijî „Komîta hawara Şingalê“

 
 

saveyeJi roja sê tebaxa derbasbûyî ve Êzidî rabûne ser xwe û bi hemî hêza xwe hewl didin, ku alîkariyê bidin, çi „Komîta hawara Şingalê“ be û çi jî kom û hevgirtinên din bin, yên ku bi Komîta navborî re kardikin, hemî bi hawarê ve rabûne. Me wek „Komîta hawara Şingalê“ gelek caran û di gelek daxwiyaniyên xwe de tekez li ser pêwîstiya yekîtiya Êzidiyan kir, me her got, ku yekîtiya êzidî xeteke sor e. Ji ber giringiya vê mijarê yekîtiya Êzidiyan ji bo me armanca serekî bû. Lê hindek kesên Êzidî hene, ku girêdayî hindek pîlanên partiyan ne, hewl didin ku nêçîrê di ava girikî de bikin. Tiştek ji bo wan kesan ne muhum e, bes Partiyên wan ji bo wan muhum in. Ew kes naxwazin ku tifaq û yekîtiya Êzidiyan çêbibe. Heta neha jî hêj bi hemî hêza xwe hewl didin, ku yekîtiya Êzidiyan tune bikin û nakokiyan di navbera Êzidiyan de peyda bikin, ew kes radibin fitnê dikin, narehtiyê dikin dilê Êzidiyan û astengiyan ji bo wan çêdikin. Ew kes bi emir û fermanên partiyên xwe tevdigerin, lê ew pîlanên wan ji bo her kesî re aşkere bûne. Ew kes dixwazin Êzidiyan dîsa vegerînin „axwirên Partiyên” xwe, ew partiyên ku sersebebên sereke bûn ji bo karîsata Êzidiyan li Kurdistanê bi giştî û li Şingalê bi taybetî. Wan tiştek ji Êzidiyan re nekir, bi tenê ji Êzidiyan xwestin ku bêjin Partiyên wan, erê û belê, dixwestin ku Êzidî xwe bindestî wan bikin. Ev bûn 25 sal ku Êzidî di vê rewşa nexweş de dijîn.

Helbet em nabêjin, ku hindek Êzidî hene, ji „zikmakî” ve bûne hevalên partiyên kurdî û di hindek dezgehên dewletê de kar dikin, çi li Herêma Kurdistanê û çi jî li Îraqê de, lê belê ew kes temsîla kesekî nakin, ew bi tenê temsîla partiyên xwe dikin, ji ber ew li gorî pîlan û fermanên partiyên xwe tevdigerin. Di vê rewşa ku Êzidî neha tê de dijîn, tu kes nikarê hem karê partiya xwe bimeşînê, ew partiyên kurdî, ku isbat kirin, ku li Şingalê têkçûn û hêrivtin, û hem jî bêje ez Êzidî me û ezê berjwendiyên Êzidiyan biparêzim.

Herçende ku ev karîsata bi ser serê Êzidiyan de hatî heta merov bêje mezin û giran e, lê dîsa jî partiyên kurdî û berî hemiyan Partiya Dîmokratî Kurdistan xwe li ser serê Êzidiyan mezin dike û bi pozbilindî temaşî Êzidiyan dike, ji ber ku ew xwe ji bo wan serwer dibîne, kengî bixwaze ji Êzidiyan re dibêje ev tişt baş e, bikin û ev tişt ne baş e, nekin.

Ji bo bi cih anîna heman fermanan û emran ji heman partiyan û ji bo bi cih anîna heman fikir û ramanî sebaret ferzkirina mezinahiya xwe li ser Êzidiyan, ew kesên Êzidî, ku hevalbendên partiyan ne, tevdigerin, ku Êzidiyan bikin bi fişarê û bi darê zorê serê xwe li ber siyaseta wan ya îro roj û Êzidî bi her awayî çavtirsandî bikin. Armanca wan di vî warî de ew e, ku her projeyekê û her pêngaveke xuru êzidî û erênî ji bo sazkirin û afrandina kesayeteke êzidî serbixwe, ku karibe, serweriya karwanê Êzidiyan bike û berê wan bidin dergehekî xêrê û aramiyê û bikaribe tiştê ji Êzidiyan mayî biparêzê. Armanca van kesan ya sereke ew e, ku demê ber bi paş ve vegerînin û Şingalê û herêmên din yên Êzidiyan vegerînin dema berî sê meha tebaxê. Ew dixwazin Êzidiyan carek din vegerînin hembêza desthilata berê serdest, desthilata partiya bi hêz, desthilata dînê bi hêz û eşîr û hoza bi hêz.

Ji roja ku vê komîtê dest bi karê xwe kir, wek komîteke xwebexş, ji bo piştevaniya Şingalê bi taybet û Êzidiyan bi giştî, ew kes rabûn ser xwe û çîrok û çîvanok li ser kar û xebata endamên vê komîtê belav kirin. Ew kes rabûn û derew û raport derewîn belavkirin, rabûn hindek grûp û komikên hawarê li gorî dilê partiyên xwe ava kirin, taku şerê Komîta Hawara Şingalê û endamên wê bikin. Hindek caran di rêya rewabûna Civata ruhanî ya Êzidiyan re û hindek caran di rêya rewabûna berxwedanê re û hindek carên din di rêya rewabûna tevgera gel re. Lê rojên dawî ji bo her kesî hat isbat kirin, ku ew çewt in, ew li devereke çewt û di demeke çewt de tevdigerin, ji ber ku insanê Êzidî berî Şingalê û piştî Şingalê êdî ne mîna hev in, insanê Êzidî wekî berê nemaya.

Me wek Komîta Hawara Şingalê gelek caran tekez li ser wê yekê kiriye, ku em dema berê jî û neha jî xwe girêdayî her serê desthilatên rewa yên Êzidiyan dibînin, desthilata Ciavata ruhanî ya Êzidiyan bi serokatiya Mîr Tehsîn Saîd Alî û hêza parastina Şingalê û tevgera çalak ya Êzidiyan li Îraqê, li Kurdistanê, Almaniya, Amerîka, Brîtaniya, Holanda, Belcîka, Swîd, Gurcistan, Ermenistan û Rûsiya.

Me wek Komîta Hawara Şingalê, me di serî de got, ku divê tevgereke êzidî serbixwe were avakirin. Tevgereke bê alî, dûrî partiyên siyasî û fikrên kesayetî yên berteng, taku em karibin mijara Şingalê û Êzidiyan bikin mijareke nêvdewletî û dengê Êzidiyan bigîhnin hemî deverên diniyayê li Amerîka û li Europa. Ji bo vê yekê me biriyar da, ku em Civata ruhanî ya Êzidiyan û kesayetên Şingalê ji eşîrên cûrbecûr yên Şingalê pêkhatî dawetî Almanya bikin, taku şandên Êzidiyan yên serbixwe werin avakirin û ew şand herin cem yekîtiya Europa, Amerîka, Almanya, Ferensa, Brîtaniya û dewletên din yên Europa, û daxwazên Êzidiyan bighînin ber destên wan. Hêjayî gotinê ye, ku me hijmarek daxwazî radestî Şêwra mafê mirovan ya Netewên Yekbûyî kir û me heman daxwazî herweha radestî hindek rêxistin û dezgehên navdewletî yên din kirin, mîna „Amnesty International” û “Human Right Watch” û hwd. Ev daxwaziyên me radestî wan dezgehan kir li medya Êzidiyan hatin belav kirin. Lê mixabin ku grûpekeke êzidî girêdayî Partî Dîmokratî Kurdistan bi her awayî hewl da, ku kar û xebat û bizavên me tune bike. Taku ew grûp bighîje armancên xwe carcaran çavên xwe li Civata rûhanî ya Êzidiyan sor dikir û carcaran hindek şandên cuda ava dikirin, ku aşkere bû, ku ew şand xuru partî ne. Û hindek carên din jî hewl dide, ku navkokiyan di navbera hindek kesayetên civakî yên şingalî de peyda bike.

Bi heman rêbaz û bi heman şêwe, em her serê demekê hindek daxwiyaniyan ji wan kesên hevalên partiyan bi xwe dibhîzin, ku hewl didin raya giştî bixapînin û radighînin, ku em wek Komîta Hawara Şingalê em ne bi refê Êzidiyan re difirin û em temsîla Êzidiyan nakin û gelek bêbextiyên din yên bi vî rengî dikin û bi ser me de dibarînin. Berî niha jî me hindek daxwiyaniyên bi vî rengî ji hindek kesan bihîstin, ku ji her kesî re aşkere ye, ku ew kes heta bi hestî dilsozên partiyên xwe ne, mîna birêz Kerîm Silêman û Xêrî Bozanî û hindek kesên din.

Di hevdîtina xwe ya dawî de bi Rudaw re, beşê kurdî latînî, Şêx Şamo, endamê Partî Dîmoqratî Kurdistan (lîsta zer) di parlementê Kurdistanê de derket ser ekranê vê televiziyonê û got, ku şanda Komîta Hawara Şingalê ji bo meclisê mafê mirovan li Genevê di yekê meha êlûna îsal ne rewa ye û temsîla Êzidiyan nake, ew tenê temsîla xwe dike. Li gorî axaftina Şêx Şamo, ew şanda Êzidiyan çûbû Şêwra mafê mirovan yê girêdayî Netewên Yekbûyî bi tenê taku rastiyan biguherê. Şêx Şamo her wekî din got, ku nêta wê şandê ne safî ye û di cihê gûmanê de ye. Bi taybet dema ku şanda Êzidiyan doza autonmiyê kirî. Şêx Şamo ne tenê vê daxwazê qebûl nake, lê belê ew dibêje, ku ew daxwaziyeke cihê gûmanê ye. Ji ber ku li gorî dîtina wî, her karekî hebe, li dervey siyaseta Kurdistanê û projeya netewî kurdî be, ew wek karekî ne rewa tê li qelm dan. Hêjayî gotinê ye, ku ji her kesî re hate xwiya kirin, ku televiziyona Rudaw nikarîbû bi rengekî rasteqînî û bê alî karîsata Şingalê û bandora wê ji bo xelkê ragehînê, ew televiziyona, ku rêzdar Heyderê Şeşo, yek ji serwerên hêza parastina Şingalê, gelek caran di daxwiyaniyên xwe de bi derewîn û peydakirina fitnê bi nav kir.

Helbet em hêviya van gotinan û bêbextiyan ne te ji Şêx Şamo hêvî dikin, ji ber ku ew parlementer e û di bin konê partiya xwe de kardike û di bin ezmanê wê de difire, lê belê her insanekî êzidî berpirsiyar û hevalê partiyan, dikare wan bêbextiyan li me bike. Lê belê çavên Êzidiyan bel bûn û êdî Êzidî ew kes qenc naskirine û Êzidî dizanin ku ew berpirsiyar li gorî pîlanên partiyên xwe kar dikin û dixwazin Êzidiyan dîsa bikin bi darê pariyên li Kurdistanê serdest. Lê ku Şêx Şamo û Êzidiyên din, yên ku ji xelkê hemî re aşkere bûye, ku ew kes heta bi hestî dilsozên partiyên xwe ne, van bêbextiyan bi me vekin, divê hêdî em ne carekê bi tenê daxwiyaniyê bidin, divê em gelek caran li ser van gotinên çewt û nerast bisekinin.

Li dawî jî em dixwazin bêjin, û ev bû cara hezarî ku em vî tiştî dibêjin, em gelekî hey ji yekîtiya Êzidyan hene, ji bo me gelekî muhum e, ku insanê Êzidî bibe dengê xwe, ne dengê xelkê din, ew xelk kî bin bila bibin. Dema ku em daxwaza autonomiyê ji bo Şingalê dikin û dibêjin, ku ji mafê Êzidiyan e, ku ew herêmên xwe birêve bibin, wî çaxî em daxwaza Êzidiyan vedibêjin, Êzidî vî tiştî dixwazin, û ev maf li gorî mada 125 ji destûrê Îraqê ji bo wan parastî ye. Ew destûrê, ku Kurdistanê Îraqê wek destûr ji xwe re dibîne. Her wekî din jî ev mafê ku Êzidî daxwaz dikin di peymanên navdewletî de yên girêdayî bi mafê mirovan ve derbas dibe. Dema me her pênc daxwazên Êzidiyan pêşkêşî Netewên Yekbûyî û dezgehên din yên navdewletî kirin, wî çaxî em li gorî daxwaziya her sê desthilatên Êzidiyan yên rewa tevgerîn, desthilata rûhanî, desthilatê berxwedanê û desthilatê tevgerê Êzidiyan. Dema em çûn Genevê wî çaxî hêza parastina Şingalê û Mîr Tehsîn Seîd Elî bi xwe û rasterast em wek nûner qebûl kirin û em bi destûra wan çûn. Her wekî din jî Mîr Tehsîn Seîd Elî qebûl kir, ku rêzdar Sivo kurê Qewal Silêman û sernivîserê Malpera Bahzanî wî temsîl bike. Li aliyê din jî tevgera Êzidiyan û cada Êzidî piştevaniya xwe ji bo van daxwaziyan diyar kirin û ew wek daxwaziyên xwe qebûl kirin. Û ji bo ku em rastiyê diyar bikin, em hevpeyvîna Mîr Tehsîn Seîd Elî bi televiziyona Orient re belav dikin, ku Mîr Tehsîn Beg tê de behsa çûna şanda me ji bo Genevê dike.

Em ji bo wan hemî kesan dibêjin:

Di partiyên xwe de bimînin û li ser kursiyên xwe bimînin, lê Êzidiyan bo me bihêlin! Bila projeyên we yên netewî yê wehmî ji bo we bin û bila projeya Êzidiyan ji bo me be. Bila desthilatên we yên partî ji bo we bin û bila desthilatên Êzidî ji bo me bin.

Beşê ragehandinê yê komîta hawara Şingalê Hannover, 15.09.2014

Hun dikarin li ser vê adressê temaşî hevpeyvîna Orient tv bi Mîr re bikin.

 

 

--------------------------------------------------------------------------------------

Nûçeya Lezgîn – DAEŞ êrîşî Şingalê dike

 

Şingal – Terorîstên DAEŞ doh seat 3ê şevê dest bi êrîşek mezin ser devera Şingalê kirin. Fermandarên hêzên yekînêyên parasatina Şingalê ji êzîdîPress re rave dikin ku bi sedan şervanên wan li Borik û Duhola û nêzî mezargeha Şerfedîn bûbûn armanca êrîşan.. DAEŞ bi hejmarek mezin ji her alîye vê êrîş dike. Duhola û Borik ketin destê DAEŞ û hêzên êzîdiyan giranî didin parastina devera ziyareta Şerfedîn. Fermandarên êzîdiyan Heyder û Qasim Şeşo naxwazin ziyareta Şerfedîn teslîmî DAEŞ bikin.

Ji aliyê şervanên êzîdî tê gotin ku beyî alîkariya hewayî ji aliyê koalîsiyona navnetewî ew nikarin dirêj ber xwe bidin û wê hemû tevî sivîlan werin kuştin. Helîkopter û balafirên şer yên koalîsiyone li ser Şingalê digerin lê heta niha erîş nekirin.

Qasî 7.000 sivîl niha vekişiyane çiyayê Şingalê. Eger DAEŞ eniya parastinê bişkênîne wê komkujiyek dest pê bike. Gorî agahiyên heta niha gîhaşten , 11 şervanên êzîdî şehid ketin. Hejmarek mezin ji terorîstan hatin kuştin û gelek wesayitên wan hatin rûxandin.

 

     

---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Li bajaré Norrköpingé da ji bo ézdiyé Şengalê xwepêşandanek derxistin.

Nézíkí sedan ézdi le wer hazír bún. Wan le meşa xew da beng le swéd kír.

Piştî ku fermana ézdiya bajarokê êzidiyan le devara Şengal û derdora wî ji aliyê rêxistina dewleta îslamî ango Daişê ve hate dagir kirin seranserê. Ewropayê vê bûyerê bi xwepêşandanan şermezar dikin.

Bi heman armancê doh li çend bajarên Swêdê jî xwepêşandan hatine li dar xistin. Îro jî ji bo piştgirîkirina Şengalê û balkişandina ser trajediya ku gelê êzidî tê de xwepêşandanek li Stockholmê li derxistin.

Xwepêşandan ji aliyê sedan kesé ézdia li wer hazir bún.

 
 

 

Blogg

kalendar

23.10.2014 00:00

Första bloggen

05.10.2014 19:57
Vår nya blogg lanserades idag. Om du fokuserar på den ska vi försöka att hålla dig uppdaterad. Du kan läsa nya inlägg i denna blogg via RSS feed.

Kalender för evenemang

hjälp

09.10.2014 11:45

hewar

09.10.2014 11:37

Facebook

05.10.2014 19:57
Detta är ett exempel på hur man kan beskriva ett evenemang. Du kan redigera denna beskrivning som du vill eller ta bort hela evenemanget.

Blogg

kalendar

23.10.2014 00:00

Första bloggen

05.10.2014 19:57
Vår nya blogg lanserades idag. Om du fokuserar på den ska vi försöka att hålla dig uppdaterad. Du kan läsa nya inlägg i denna blogg via RSS feed.

Nyheter

De demonstrerade mot IS massaker

05.08.2015 12:56
NORRKÖPING På måndagen hölls en manifestation i Norrköping för att uppmärksamma årsdagen av terrorgruppen IS massaker mot jezidier i norra Irak.   Gårdagens manifestation samlade både Norrköpingsbor och tillresta från övriga Östergötland och Sörmland. – Vi är ungefär 25...

Nioåring gravid efter IS-våldtäkter – riskerar livet.

25.07.2015 17:25
En nioåring har våldtagits av tio militanta män från terrorgruppen Islamiska staten, enligt hjälparbetare. Flickan riskerar att dö – men hon är bara en av tusentals flickor och kvinnor som kidnappats som sexslavar av terroristerna.     – Den här flickan är så...

kristna i bland annat Mellanöstern.

25.07.2015 17:16
kristna i bland annat Mellanöstern. – I detta tredje världskrig, som stegvis pågår, och som vi nu bevittnar, äger en form av folkmord rum och detta måste ta slut. Välkommet uttalande Uttalandet välkomnas av ordförande i Assyriska riksförbundet i Sverige, Afram Yakoub. – Det är väldigt...

Utvisningar av asylsökande assyrier och yezidier till Irak

10.02.2015 11:03
Utvisningar av asylsökande assyrier och yezidier till Irak Lyssna Dela Skriv ut Interpellation Utvisningar av asylsökande assyrier och yezidier till Irak (pdf, 80 kbyte, nytt fönster) av Robert Hannah (FP) till Morgan Johansson (S) Interpellation 2014/15:117 Utvisningar av...

”Vi kommer aldrig att släppa vår mark”

10.02.2015 10:45
”Vi kommer aldrig att släppa vår mark” I augusti flydde Gulu Sleman och hennes familj upp till Sinjarberget. De tror starkt på att få komma tillbaka till sina hem igen och att de kurdiska styrkorna ska segra över Islamiska staten. Foto: Pablo Torres Hundratusentals yazidier har tvingats fly...

FN: Barn korsfästs och begravs levande

10.02.2015 10:42
Islamiska staten, IS, dödar, våldtar och torterar systematiskt barn i Irak. Det framkommer i en rapport från FN:s barnrättskommitté. Experterna bakom rapporten uppmanar regeringsstyrkor att göra mer för att skydda minoritetsgrupper i landet. Det handlar om massavrättningar och halshuggningar, om...

Massgrav hittad i Irak

10.02.2015 10:39
Kvarlevorna av 23 yazidier har påträffats i en massgrav i norra Irak. Graven ligger i ett område som kontrollerats av jihadistgruppen Islamiska staten (IS)   Massgraven öppnades i fredags efter ett tips från en invånare i byn Bardiyan. Samtliga offer var män som tillhörde den religiösa...

USA fruktar folkmord irakiska Yezidierna

04.11.2014 18:51
USA fruktar folkmord irakiska Yezidierna  bilderna kan fortfarande inte undgå vindpinade, ödsliga bergen i Sinjar - men nu kallas de fyra hörn av världen. Tusentals Yezidierna (en liten folkgrupp som bor i Irak) flydde till bergen, där deras hemstad fångades av militant grupp "islamisk....

Yazidier tar hjälp till Irak i egna händer

04.11.2014 18:11
Omvärldens stöd till terrorgruppen Isis offer i norra Irak når inte rätt händer. Det menar yazidiern Halbast al-Sheik som nu skickat pengar och medicin med sin kusin som åkt ner.0   Jihadistgruppen Isis förtryck och förföljelse av religiösa minoriteter i Irak fortsätter....

Stoppa massakrerna på kristna, jezider och andra minoriteter i Irak

04.11.2014 18:05
Sverige och världen måste reagera på de massakrer som IS nu begår mot kristna, mot jezider och mot övriga minoriteter i de delar av Irak man kontrollerar, säger Valter Mutt, Annika Lillemets och Jabar Amin, riksdagsledamöter för Miljöpartiet. Terrororganisationen Islamiska Staten (IS) försätter...
1 | 2 >>

Produkter

Den här listan är tom.

Taggar

Listan över taggar är tom.

Produkter

Den här listan är tom.