Êzdiyatî

Xwendevanê hêja,bêguman êzdayetî yek ji kevnetirîn olên cihanê ye û her weha jî kevnetirîn ola di denê de, lê mixabin her ciqasî lêkolîn li ser kevnarî û reseniya vê olê di denê de, bi taybet hatibe kirin jî, bi baweriya min hîn pir pêdivî û giringî heye ku bi gelek awayan nivîs, lêkolîn û şîrove di derbarê rewşa vê olê ya kevin û nuh de werin kirin, da ku ev ol, herçiqas dem û rewşa mirovatiyê li seranserî gerdûnê bi pêş ve diçe perdên tarî û nediyarbûnê( ji bilî zilim û zora ku li dirêjahiya dîrokê li mirovên vê olê hatî kirin ) dikevin ser rûçikên wê û diçewise, weku rastî û bîr û baweriyên we yên mirovane û xwedênas were diyarkirin.
Dê di vê pencereyê de , li gorî derfetên xwe hewlbidin ku hindekî ji derd, êş û azerên vê ola birîndar û carcarnan bîr û bawerî, raman û boçûnên wê ji we yên hêjan re ragihînin û bigihînin we.
Helbet Êzîdxane weku têgih ku tê wateya cih û warên êzîdiyan, dikare bi wateya xwe a olî û hem jî weku peyv hemî hêl û babetên rewşa olî, civakî, niştecî, çandî ……ya êzîdiyan li hev bicivîne û bide şîrovekirin, bi vê mebestê pencereya me bi Êzîdxanê hat binavkirin. 
Gelî nivîskar û lêkolînvanên birêz,
me pir pê kêfxweş e ku pencereyekê li yên internetê ku têkildar û xemxwarê ola êzîdiyan ne ji we yên hêjan re zêde bikin, em dê her sipasdar û rêzgirtî bin bo hemî sazî, dezgeh û rêxistinên civakî û rewşenbîrî û hemî alavên ragihandinê yên ku her bi awayekî ji awayan hewl dabin daku çirûskek ronahî bidin ser vê olê, bêguman em jî dê keda xwe tevî ya wan bikin û dest bi vî karê birûmet bikin.
Hêvîdar in ku Êzidxane bibe meydan û cihê gengeşe û gotûbêjkirina nivîs, bîr û baweriyen we, helbet dê di Êzîdxanê de hemî babetên rewşenbîrî, civakî, olî, çand û kelepor û herweha lêkolîn , şîrove û gelek dosiyayên hemareng û cur bi cur jî wê werin weşandin.
De Êzîdxanê ji bo xwe bikin meydana gengeşê û ji bo xwe geş, zengîn û rengîn bikin, dê her li benda pêşniyar û nivîsên we bin