StartsidaQewl û diwa
Şehda dînê min yek xweda ye
Emîn Cebraîl evîniya Ezda ye
Bergeha min roj û mergeh e.
Silavên min li mergehê li Lalişê,
Û li xwedanê qubê ye
Şêxadî ,Şêxê min e, ji nûra padşa ye
Şemsê Êzdînê çira ye
Pîrê min Hesin Meman e
Hoste û merebî ji mala Baban e
Kaniya Sipî mora min e
Kaf û mixar û zimzim Heca min e
Tawisî Melek şahda îmana min e
2-Wisa jî tê gotin
Şehda dînê min êk Ellah
melik Şêx Sin heq hebîb illah
Meqlub û Mergeh sela
Silavêt mêra li lalişê meqlubî
birî mehê, cotên quba, li wî erdê
Êzîdxan ser dikêşne ber
Íbadetê sucdehê
Siltan Êzî pedşê min e
Şêxûbekir mewlayê min e
(Şêx mamed) Merebiyê min e
(Şêxalê Şemsa) Şêxê min e
(Hesin Meman) Pîrê min e
Tawisîmelek şehda û îmanêt min e
kaf û mixar û zimzim heca min e
Qublet il bidor qubleta min e
(Melik Şêxsin) baxweyê min e
(Şêx Mûsê sor) xudanê min e
Şêşims mesebê min e
Bînîya çavêt min e
Al- hemidillah ji Adîye
Em havêtîne ser pişka suniye
Minetkarîn ji mîra
Vavartîn ji kafira,ji xenzîra
Em havêtîne ser pişka Şêx û Pîra
minetkarîn ji minetê
Vavartîn ji kafira,ji Şerîétê
Havêtîne ser pişka Şêxê sunetê
Heke Xudê kir Êzîdîn e
ser navê Siltan Êzîn e
El-hemidillah em bi ol û terîqetên xwe razîne.
-Ew kesê Şehdê didet pêwîste navê(Şêx,Pîr û Merebî)yên xwe bêje,ji ber hindê nav ji kesekî bo yê din tên guherîn.
-Şêxê sunetê mebest jê Melik Şêx Sine.
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Qewlê afirandina dinyayê
Yarebî dinya hebû tarî
Tê da tunebûn mişik û marî
Te zindî kir taze halî
Çû nema gul jê barî
Ya Rebî tu hostayê kerîmî
Te vekir rê û derba tarî
Tu hostayê her tiştî
Bihuşt çêkir renge bî
Erd û ezman tunebûn Dinya fireh bê bin bû
Însan û heywan jî tunebûn
Te xak saz kir
Di behran de tenê hebû dur Ne dimeşiya,ne dipeşiya
Te xweşruh anî ber
Nûra xakê peyda kir
Goşt û ruh hatine ber Nûra çavan lê hate der
Dest û pê kire leş
Lê şêrîn kir got û bêj
Xwedawendê me hostayê rehmanî
Rê û dergeyê dinyayê vekir
Her tişt ji me re deranî
Bû buheşt erd û avanî
Xwedawendê me tiştî dinas e Dura kasê jêre kir esas e
Jê peyda kir mêrê xas e
Got:"Eve heq nebes e"
Dur ji heybeta Êzdan hincinî Taqet nekir hilgirî
Ji rengê însan xemilî
Sor û sipî lê hêwirî
Êzdanê me bi rehmanî Hisin û cemal ji me re anî
Destûr da qelemê qudretê
Em avêtin nav sira muhbetê
Hêvên havête behrê,behir pê meyanî Dûmanek jê derxwenî
Çardeh tebeqên erd û ezman pê nijinî
Êzdanê me dur deranî
Muhbet avête nav e Jê peyda kir du çav e
Jê herikî pir av e
Av ji durrê herikî
Bû rê û bê derî
Êzdanê me ser behrê gerî Êzdanê me gemî çêkir
Însan,heywan,teyir û tû Cot bi cot li sefînê siwar kir
Xwedawendê me sefîne ser e Serekî digere çar kinar e
Sefîne qul bû, av kete ser e
Marî dûvê xwe dana ber e
Xwedawendê me gemî ajot Ji kinar ço ber kinar e
Ajote Lalişe got."heq war e"
Siltan Êzî xweşrêber e
Lalişkurkî beşer e
Niha êzdî jê xeber e
Ya Rebî bang dikim şêxê mezin Çavkanî av jê dizên
Ya Rebî te dinya çêkir, dinya bixêr Însan têda dijîn bi têr
şevên reş,şevên tarî
Cî nema gul jê barî
Xwedawendê me kerîm û rehman Kire rikin erd û ezman
Da berme ruh û ziman
Xwedawendê me rebil semed Afirandin heft milyaket
Cuda kir dojeh û buheşt
Xwedawendê me erd çêkir,ezman guhastin Micalê erdê birastin,
Nobeta qeza guhastin
Li guneh baran bû ruhistin
Çiqas xwedawendê me dinya kir sefer e Sixir dikir dar û ber e
Pê nijinî riknê mexiber e
Lalişjor de anî xwar e
Lalişbû xweşcî û war e
Li erdê şîn bû nebat e
Pê zeyinî,zendî kinyat e
Xwedawendê me rehmanî Çar qisim ji me re danî
Pê dilovan Adem nijinî
Xwedawendê me rehmanî Çar qisim li rûyê dinê danî
Yek ave,yek nûre
Yek axe,yek jî Agire
Xwedawendê me bi rehm e Diyar kir şaz û qidum e
Hêvênê Adem hevsûr zor tixûm e
Hevsûr geriya,hat hindave
Qalibê Adem mabû bê gav e Go:"Ruho çima naçî nav e"
Xwedawendê me qudret e Zeyandî çiqas xuliyaqet e
Jêra çêkir doje û cinet e
Xwedawendê me erd çêkir,ezman guhastin Mecalê erdê birastin,nebeta qeza rastin
Ji însan qencîtî xwestin
Lalişji ezman dihat e
Li Erdê şîn dibû nebat e
Pê cêyiran çiqas qinyat e
Xwedawendê me înê kir esas e şemiyê biriye kiras e
Çarşemê kir xilase
Heft sed sal paşhevsûr hat dira nikase Heft sed salî berî Adem jimar e
Erdê xiyare negirtî şiyar e
Heta Lalişa nûrîn di nav de hinar e
Û bang da ruh hedirî
Hat û ço buhirî
Nûra muhbetê hingivte serî
Hat û di qalibê Adem de hêwirî
Xwedawendê me rehmanî Kasa sirê ji Adem re anî
Av ji kasê vexwar,vejiya
Cîda mest bû hejiya
Goşt jê xuwest wê ruhê
Xîret kete nav serî
Xwîn li canê wî gerî
Adem Xwar ji wê kasê Sira kasê xweş lê tê
Kerameta kasê gehişte buheştê
Milyaketan bi milê wî girt û avêtin buheştê
Adem ji kasê vedixwar e Kerameta kasê pê ve diyar e
Xak pê nijinî,bû hişiyar e
Got:"Ev erd çî xweşe"
Giyayê şîn sergeşe
Roj roja mêrê keleşe
Xwedawendê me rehmanî Ji me re keremek anî
Dem û dezgehê başdanî
Hey Ademo rûdinê Her dem bike îmanê
Xwedawendî em xilas kirin ji tofanê
Gelî mirîdan bikin karî
Xêra qudretê ji jor barî
Xwe dûr bikin ji neyarî
Kerameta xwedawendê me hate xwarê Erd û ezman didinn xêrê
Hûn jî bibin xwedanê xêrê
Qet ji bîr neken vê xeberê.
-----------------------------------------------------------------
Qewlê Erd û Esman
Bi qudreta êkî bêrune
Bi pirsin ji xelkê hûne
Ka çawa ev esmana rawestabû bê sitûne
Bi qudreta Padşê min ê heq e Nişyarkir çarde tebeqe
Ka ev esmane çawa rawestabû maliqe
Bi qudreta rehmanî Meleka deng hilanî
Ev esman rawestabû maliq li banî
Melek cewab da ye Şehde bi xwe Padşa ye
Stûna erd û esman rawestabû bi wan duwa ye
Ev qewle qewlekî xas e Esman bi erdî diketin behs e
Erdo tu eşkerî ez xas e
Erdo tu eşkerî ez çakim Ez ne ji jengim û ne ji xakim
Ez ji cewherekî pakim
Erd di bêjtê: Esmano eslê min û te ji derekî Em nijarkirîn ji cewherekî
Şefeqe li me dikete derekî
shefeqe li me dikete cebêr e Em xuliqîn li hêr e
Ser min peydabûn naz û ne´met û xêre
Naz û ne´met dibînî Xwedê bendekî giran ser min datînî
Çiqas muxliq xêr ji me dibînî
Erd dibêjtê esmano tu birayê min li serî Bêteke û bê berî
Ser min peyda dibit naz û numet û terî
Gul û sosin û beybûn Sêv û bîh û zeytûn
Ew jî li ser min hasil dibûn
Bi qudreta rehman e Ser min hatin her çar navêt giran e
Tewrat û Incîl û zebûn û quran e
Hatin ji ba melekê rehman e
Her çar navêt meşûr e Hatin ji ba melekê xefûr e
Tewrat û incîl û zebûr û quran e
Erdê we dikire hedêd e Naz û numet ser min tên e
Çiqas muxlêqetêt bi giyan bo xwe lê diçêrin e
Naz û numet dibînî Xwedê bendek ser min datînî
Çiqas muxliq bi giyan bo xwe lê diçêrînî
Ev qewle qewlekî xas e Esman bi erdara diketin behs e
Fêris û miliyaket min xweşhawas e
Erd dibêjte ezmîn e Ser te hene miliyaket û fêrisîne
Ew çû nefes û şubhet li ba wan nîn e
Erd dibêjte ezmanî Xwedê bendek li ser min danî
Ser min hene du nefesêt giranî
Ew jî bendêt îmanî
Ew jî bendêt Xwedêne Du nefesêt giran hene li wên e
Ewan xwe ji guneha vedkişêne
Esman deng diket biçêr a Erdo ez paqijtirim ji zîv û zêr a
Min ji jorda li kul û emelêt te dinêr a
Esman dibêjtê: Ez bi xwe deng neker im Ji zêr û zîva paqijtir im
Ez ji jorda li kul û emelêt te difikir im
Esman dibêjtê: Erdo ez yî pak û bê êb Ser te hene derew û qetil û zina û xêb
Ew jî ser te digerê ruyê vê dinê bê ecêb
Esman bi erdê tê gotinê Ser te heye qetil û derew û xêb û zinê
Ew jî bi ecêb ser te digerên ruyê vê dinê
Erd dibêjtê: Esmano ezim erdê derwêsh Ser min digerên coq û cumlet û cêş
Kesek bi kubarî naçite pêş
Erd dibêjtê: Esmano ezim erdê feqîr Ser min digerên coq û cumlet û cêşêt kibîr
Kesek bi kubarî naçite pêş mîr
Safî derî mizgeft e Yarî runişt li xewled a
Hefit surêt fêris û miliyaket e
Safî derê xezê ye Yarî runişt li xewleye
Hefit surêt miliyakete
Shar li min cema dibûn qut be Çar kinar sekinîn xut be
Melik Şêx Sin li serî xitme
Şevêt tênî alim dixunin Di çine ser menberê û deng hiltînin
Navê Şîxadî û melek Şêx Sin serda di tînin
Elah û Ekber e Alim diçine ser menber e
Ji firqan didin xeber e
Bi qudreta melikê celîl Ser min hene nur û qendîl
Izraîl-Israfîl-Ezazîl-Cibraîl-Şimxaîl-mîkaîl-Dardaîl.
Her heft melekêt kebîr
Li destê wan heye mifte û kilîl
Berî xasa çendî bedîl
Wê li hizreta melikê celîl
Ezman deng diket binur e Erdê lewhek heye ji min û beru jure
Qelema wî ji heqîqetê ye sure
Erdê, we dikire hikiyat e Esmano heke melik Şêx Sin ji bate hat e
Esman dê maba bi mat e
Erd wê diket gotin e Esmano bes li me bike gol gefêt mezine
Lalişa nûranî,qudis û xelîl,Meke û Medîne ew li ser mine
Bi qudreta Melikê celîl Lalişa Nûranî ,Qudis û Xelîl , Meke û Medîn
Ew jî li ser min di gerên rûy vê dinê bi sebîl
Erd di bêjtê: Esmano! Ez medeha ji xwe nadem
Ser min nijyar kirin Adem
Ji surra Melik Şêx Sin li xatim
Ezman dibêjtê: Erdo! Ser min hene Roj û heyv
Ez paqijtirim ji zêr û zîv
Erd dibêjtê : Ser min hene xelkê nazik, letîf, ciwan û kamil Mîr û hakimêt adil
Ew jî ser min dibûn hasil
Esmanî we cewab da ye Erdo heke ji min nehatiba tav û ba ye
Ev meclise dê bi çî bit ava ye
Esmanî we cewab da ye Heke ji ba min nehatiba bay û tav e
Ev diniya dê bi çî bite ava ye
Esman deng diket bixwe ye Erdê Xwedê ser şehde ye
Ji heyfa te îwele ye
Bi qudreta Rehman e Erd û Esman pêk hatin weke xûşik û biran e
Temametiya vî qewlî xudan e
Li Melik Meut û Gavanê Zerzan e
Û her çar biran e